MÊRDÎN - Welatiyê bi navê S.D., yê ji bo kayê ji gund bîne bi destûr ket gund û derket, diyar kir ku bi destûr dikarin têkevin gund, lê derketin qedexe ye. S.D.,anî ziman ku dema çû gund dema ket nava gund û li mala Abdî Aykut a hatiye şewitandin nerî, leşkerên li wir ew hişyar kirin û nexwestin wê felaketê bînin û pêkanînên xwe ji welatiyan vedişêrin.
Welatiyê bi navê S.D., yê ji bo kayê bibe ji sewalên xwe re destûr xwest û ket gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbînê çavdêriyên xwe yên li gund ku 16 rojin di bin dorpêaçê de ye vegot. S.D., diyar kir ku wî ji Qereqalo Cendirmeyan a Nisêbînê belgeya destûrê derxistiye û li bi destûra leşkeran çûye gund û wiha got: "Piştî gelek lêgerîn û kontrola nasnameyê ez di bin venêrtiya leşkeran de ketim gund. Welatiyên ku wekî mêvan hatibûn gund nikarin ji gund derkevin. Ketina gund heye, lê derketina gund tune ye. Kesê diçe gund jî bi şertê ku dîsa vegere bi kontrol û destûr dikeve gund. Zarokekî ne ji gundê me hebû. Destûr nadin ku ji gund derkeve.
EM DESTÛR DIXWAZIN Û DIKEVIN GUNDÊ XWE
S.D., da zanîn ku ji ber Abdullah Dogan ê hat binçavkirin û serbest hat berdan kal bû, ji bo alîkarê wî bike ket gund û wiha got: "Min berê destûr ji qereqola cendirmeyan a Nisêbînê xwest û piştre bi destûr û çavrêdiya wan ketim gund. Dema ez çûm gund, ez li gundê Hatxê ji aliyê leşekan ve hatim rawestandin. Li gundê Hatxê nasnameya min ji min girtin. Leşkeran got 'Hûn tenê ji bo kayê bînin ketine gund. We çima kartol û arvan li gel xwe biriye'. Me jî diyar kir ku pêdiviya gund heye û ji ber vê yekê me biriye. Fermandarê wir Abdullah Dogan nas kir. Min got mamê min kal e û bi tena serê xwe nikare kayê bikşîne. Min got ez dê dîsa paşve vegerim.
EM DI BIN ÇAVDÊRIYA LEŞKERAN DE KETIN GUND
S.D., da zanîn ku di bin kontrola leşkeran de ketin gundê Xerabê Bava û wiha axivî: "Dema em çûn gund, du leşker dan kêleka me. Nêviyê kayê yê mamê min û nêvî jî yê xalê min bû. Me berê gotibû ku mamê min Abdullah dê li gund bimîne. Ji ber ku hevsera wî tenê li gund dimîne. Leşkeran gotin 'Kî dê vegere? Min got ez dê vegerim. Nasnameya min li cem xwe girtin. Dema ez vegeriyam dîsa dan min.
LEŞKER MALAN WEKÎ QEREQOLÊ BIKAR TÎNE
S.D., anî ziman ku destûr nedan ku sewal ji goman derkevin û wiha berdewam kir: "Rayedarên dewletê gotin me çeh, ka û bêtar bir gund. Tev derew in û rastiya wê tune ye. Dema min li mala Abdi Aykut ê rastî îşkenceyê hat û li nexweşxaneyê tê dermankirin nerî leşkeran destûr neda ku ez li mala wî binerim. Dema min xwest li xaniyê wî yê hatiye şewitandin binerim Ez hişyar kirim u gotin 'Li vî milî nerere. Dorpêç ne tenê çend malan. li devahiya gund didome. Ji ber ku gund di bin venêrtî û dorpêça leşkeran de ye, min nekarîbû rehet tev bigerim. Gundiyan diyar kirin ku 3 rojan dengê çekan hat. Leşker gund wekî qereqolê bikar tînin. Mala Behçet Koçhan, Abdullah Zengin, Hasan Bayhan wekî qereqolê bikar tînin. Gelek malên din jî hene. Mala Ali Gurgun şewitandibûn. Bi ser mala Sabri Gurgun ve ye. Çêleka mala Sabrî ji duxanê fetesîbû û mirar bûbû."
WELATIYÊN DIKEVIN GUND NIKARIN DERKEVIN
S.D., herî dawî da zanîn ku gelek welatî di gund de asê mane û nikarin derkevin. "Yên ji derve tên bi destûr dikevin gund. Lê gelek ji wan di gund de asê mane û nikarin derkevin. Ciwanekî ku li Antalyayê dixebite û ji bo destûra 15 rojan hatiye gund, nikare derkeve. Li gel ku destûra wî xelas bûye jî nikare derkeve. Li gel ku bi fermandar re axivîn jî fermandar dibêje destûra derketina gund tune ye. Gelek kesên mêvan hatin gund di gund de asê mane û nikarin derkevni. Zarokên ku dive biçin dibistanê jî destûr nade wan.
Aynur İnedi/ Sedat Yılmaz- dihaber