Ji Bilgen peyama 28'ê Sibatê: Mexdûriyetê têra adîlbûnê nekir

ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ê girtî tê darizandin bi minasebeta 28'ê Sibatê peyam ji girtîgehê şand. Bîlgen, diyar kir ku tabloya piştî 20 salan derket holê nîşan dide ku mexdûriyetê têra adîlbûnê nekiriye.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê girtî Ayhan Bilgen, bi minasebeta 28'ê sibatê peyamek ji girtîgehê şand. Bilgen anî ziman ku mexdûriyeta wê demê têra avakirina rêveberiyek adîl nekir. Peyama Bîlgen a têkildarî 28'ê Sibatê wiha ye: “Di milê şahidiyê de ji ber ku di nava 2 eniyan de ihtilaf pêk hatiye heqîqeta wê rojê îro rê li pêş dîtina rastiyê digire. Ji Dadgehên Îstiklalê heta 28'ê Sibata 1997’an kesên di îdîaya hasasiyeta îslamê de bûn, wekî gelek beşên civaka muxalif rastî zext û zilmê hatin. Lê piştî 20 salan tabloya derketiye holê nîşanî me dide ku kesên wê demê mexdûr bûn, ji wê tabloyê ders dernexistine û bi erdemiya rêveberiyek bi adîl tev negeriya ne. Berpirsiyariya dîrokê ye ku mirov bi vê rastiyê re bê rûqalî hev. Wezareta Diyanetê ku 93 salin çalak e, Dibistanên Îmam Hatîpê yên 66 sal berê hatin vekirin, bi dehan cemaat û tarikat mixabin li şûna aloziya di navbera ol-dewlet-civakê de zelal bikin, dijberî vê yekê bi awayekî bê tenduristî û li dijî sincê îslamê pêş ketiye. Divê berpirsiyariya vê tabloyê nekin malên hêzên derve û vê berpirsiyariyê bidin ser xwe.

Li gorî ayeta 8'emîn a Sureya Maide ger ku hêj di der û dorê îslamî ya Tirkiye de seknak hebe dixwazim bêjim; Ji bo xwedê heq biparêzin. Bibin şahidê edalet û heqîqetê. Kîna we ya li dijî civakekê bila we nexe nava bê edaletiyê."