Li Qurdîsê jî qedexe hat îlankirin

MÊRDÎN- Piştî qedexeya li gundê Xerabê Bava, Talatê û Cibilgravê li gundê Qurdîsê ya Artukluyê jî qedexe hat îlankirin.

Li gundên Xerabê Bava, Talatê û Cibilgiravê yên navçeyên Nisêbînê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve hate îlankirin li gundê Qurdîsê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî qedexe hat îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de hat gotin ku li herêmê ji bo operasyonê û kesên divê bên girtin qedexe hatiye îlankirin.

Hate gotin ku qedexe dê heta fermanekî duyemîn bidome. Li gundê Xerabê Bava qedexe di roja 17'emîn de, li gundê Talatê û Cibilgravê jî di roja 6'emîn de ye.