Parlamenter Ayhan hat berdan

RIHA - Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan ê hatibû binçavkirin hat berdan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê serê sibehê li balafirgeha Rihayê hatibû binçavkirin piştî îfadeya wî hat girtin hate berdan. Ayhan ji ber ku beşdarî doza xwe ya di 1'ê Sibatê de nebûbû hate binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan sewqî Edliyeya Rihayê hat kirin. Ayhan li vir îfade da û piştre hate berdan.