SÊRT - 24 girtiyên Girtîgeha Sêrtê, şandin girtîgehên bajarên Balikesir, Çorum, Çankiri û Bandirmayê.
Şevê din 24 girtiyên siyasî yên Girtigeha Tîpa E ya Sêrtê, ji Sêrtê sewq kirin û şandin girtîgehên bajarên cuda. Rêveberiya girtîgehê dema girtî sawq kirin agahî nedan malpar û parêzerên girtiyan. Malbat îro fêr bûn ku xizm û zarokên wan hatine sewqkirin. Girtiyên ku ji Sêrtê sewqî girtîgehên din hatin kirin navê wan wiha ne: Abdulaziz Beytekin, Abdulsamet Opan û Ali Demir şandin Girtîgeha Tîpa L a Balikesirê. Abdulhakim Ongulu, Abdullah Gundogdu, Abdurrahim Ozbey, Abdulselam Nardan, Adil Topu, Agît Kaysi, Agit Toprak û Ahmet Oysal şandin Girtîgeha Tîpa L a Çorumê. Ahmet Oguz, Ali Ozdemir, Ata Taşçi, Aziz Boday, Burhan Ataca, Cemal Çalabkulu, Delîl Çaka, Edip Ongulu û Edip Peltek şandin Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri. Barış Tuncay, Fehim Kina, İlyas Tokay û Mehmet Îpek jî şandin Girtîgeha Tîpa T1 a Bandirmayê.