STENBOL - Piştî saziyên hiqûqê yên OHD û MHP bi biryarên KHK’ê hatin girtin, parêzeran “Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz ava kir. Parêzeran biryar dan ku xebatên xwe di bin paneyê platformê de berdewam bikin.
Bi biryarên KHK’ê nêzî 590 komele hatin girtin. Di nava van komeleyan de komeleyên parêzeran jî hatin girtin. Piştî kêdekomeleyên parêzeran OHD û MHD hatin girtin, parêzeran biryar dan ku xebatên xwe yên hiqûqê di bin baneyê “Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz” de berdewam bikin.
Parêzeran bi daxuyaniyek nivîskî avakirina platformê îlan kir û wiha got: “Qesr biryarên xwe dixe meriyetê. Bi van biryaran dixwaze pêkanînên faşizmê rewa bike. Ji ber vê yekê bi van zagonan pêkanînên OHAL’ê û zextên li ser sazî û civakê rewa bike û krasekî lê bike. Bi van girtinan pir rengiya civakê û saziyên sivîl ji holê radike. Dixwaze hemû reng û ruyên civakê ji holê rake û li şûna wê yek rengî ava bike. Dixwaze netewek faşîzan ava bike. Di encama vê yekê de em li dijî vê helwesta îktîdara AKP’ê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz ava dikin. Em wekî parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û parêzerên Hiqûqnasên Mezopotamyayê em dê tekoşîna gelan a azadî, demokrasî û wekhevyê biparêzin û .têkoşîna lêgerîna mafê gelên bindest pêş bixin.
Em dê kesên bindest û mafê wan tê binpêkirin bê parastin nehêlin.Em dê her dem û di her şert û mercan de demokrasiyê esas bigirin. Em dê di bin baneyekê de pekî parêzerên li Kurdistan û Tirkiye têkoşîna xwe ya azadî, hiqûq û demokrasiyê berdewam bikin. Ji bo vê yekê jî me biryar da ku Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz ava bikin.”