Rakirina bîrdariya Orhan Dogan ji Soylu pirsî

ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, bîrdariya parazvanê mafê mirovan û Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan a ji aliyê Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanur ve hat rakirin ji Wezirê Karên Hundir Orhan Dogan pirsî.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Birlik, têkildarî bîrdariya Orhan Dogan, a ji aliyê Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanur ve hat rakirin pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîvê bide. Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan di 25'ê Hezîrana 2007’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dema xitabî gel dikir qirîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo bîranina Orhan Dogan Şaredariya Cizîrê di 2011'an de peykerê Orhan Dogan û Quleya saetê çikiland. Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanûr di 26.02.2017 'an de bi maşîne û kepçeyên zirxî rakir.

Birlik ji bo berivandinê ev pirs ji Soylu pirsîn:

* Kê fermana rakirina bîrdariyê daye? Ji bo biryarê fikra meclîsa şaredariyê hatiye girtin?
* Sedem û hinceta qeyûmê ya rakirina bîrdariya Orhan Dogan çiye?
* Li şûna ku dewlet lêborîna xwe ji semsol û têkoşerê siyaseta kurd Orhan Dogan bixwaze çima tehamul nake?
* Rakirina bîrdariya Roboskî û Orhan Dogan gelo ji bo ji bîrkirina Roboskê ye.
* Hûn difikirin ku bîrdariya Orhan Dogan ji nûve biçikilînin?