STENBOL - Nûçegîhan û Nûnere Rojnameya Die Welt ya Alman yê Tirkiyeyê Denîz Yucel, ku 13 roj berê hatibû binçavkirin sewqî dadgehê hat kirin.
Bi îdîaya agahiyên mailê yên Wezîrê Tabîî û Enerjiyê Berat Albayrak ên bi riya RedHackê parve kiribûn belav kirine 6 rojnameger di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û piştî 24 rojan di 17'ê Çile de sewqî dadgehê kiribûn û jê 3 rojnameger hatibûn girtin. Piştî rojnameger Mahkeme Mahir Kanaat, Omer Çelik û Tunca Ogreten hatin girtin di çarçoveya dosyayê de nûner û nûçegîhanê Rojnameya Die Welt ê Alman yê Tirkiyeyê Deniz Yücel, di 15'ê Sibatê de hat binçavkirin. Yucel, Piştî 13 rojan di bin çavan de ma sewqî dozgeriya komarê ya Edliya Stenbol a Çaglayanê kirin. Yucel dê li dozgeriyê îfade bide.