STENBOL - "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnamger tên darizandin a sibehê bê dîtin dê ji heyeta dadgehê têkîldarî dozê Tirkiyeyê çi bersiv daye DMME'yê bê kirin.
Doza "Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnamger tên darizandin a ku dê sibehê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya doza ku dê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin de têkîldarî dosyayê peşketinek çêbû.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dema ku rojnameger dihatin darizandin ji hikûmetê xwestibû ku mafên rojmanegeran a madeyên 1, 3, 5 û 10 ên Peymama Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin an na bibersivîne. Midûriyeta Giştî ya Têkîliyên Derve û Hiqûqê ya Navneteweyî ya Wezareta Dadê jî ev pirsên DMME'yê ji bo bi bersivîne ji 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê re bişîne ji Buroya Muhabereyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re rê kir. Dema ku DMME'yê dabû Tirkiyeyê di 10'ê Sibatê de temam bûbû.
Di doza ku sibehê bê dîtin de li bendê ye ku rojnameger û parêzer ji dadgehê bersiva ku ji bo DMME'yê hatiye dayîn bipirsin.
PAŞEROJA DOZÊ
Di 20'ê Kanûna 2011'an de di operasyona li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Demokratîk Modernîte, Şîrketa Belavkariyê ya Firatê de 46 xebatkar hatin binçavkirin. Di 24'ê Kanûnê de 35 rojnameger hatin girtin.
Hevpeyvînên ku rojnamegeran kirine, daxuyaniyê çapemeniyê yên şopandine, nîşeyên wan, axaftinên wan ên bi telefonê bi çavkaniyên nûçeyan re kiriye di îdianameyê de wekî delîlê sûc cih girt.
Ji 35 rojnamegerên girtî 17 rojnameger di darizandina 2 salan de hatin berdan rojnamgerên din jî piştî ku Dadgehêr Raye Taybet (OYM) hatin rakirin, hatin berdan.
Rojnamegeran daxuyandin ku piştî ku OYM hatin rakirin berdewamkirina darizandinê derveyî Qanûna Bingehîn e û xwestin dosya ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve bê lêkolînkirin.
Dadgehê ev daxwaz qebûl kir lê saleke zêdetir ji ber ku ji Dadgeha Qanûna Esasî bersiv nehat dadgehê biryara berdewamkirina darizandinê da.
Piştî ku Dadgehên Raye Bilind hatin rakirin hemû endamên heyeta 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji ber hewldana darbeyê ya 15'ê Tebaxê bi îdiaya endamên cemaeta Gulen in bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Dadger û dozgerên dozê di heman demê de ji peywir hatin îxraçkirin.
Di darizandinê de DMME'yê ji Tirkiyeyê parastin xwest.
DMME'yê xwest ku dema darizandinê de madeyên 1, 3, 5, û 10 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin an na bibersivîne.
Di doza ku 46 rojnamger bêyî girtî tên darizandin de di danişîna dawî de heyetê biryara ku kesên ku dosya amadekirine aqûbeta wan bê lêkolînkirin û biryara îxrackirina der barê wan de bê lêkolînkirin dabû.