MERDÎN - Li Gundê Talatê ku qedexe û dorpêça gund di roja 6'an de didome, pirsgirêka bêaviyê dest pê kir. Gundiyekî diyar kir ku li gund boriya avê teqiya ye û êdî ava li gund miçiqiye. Gundî anî ziman ku molozên xaniyên xerabe li dervê gund rodikin û kesên ku derd û dengê xwe bigînin wan tune ye.
Li gundê Talatê û Cibilgiravê qedexeya derketina derve û dorpêça leşkeran di roja 6'an de didome. Li Gundê Xerabê Bava jî dorpêç di roja 17'an de berdewam dike. Li gundê Telatê ji ber şebeke û boriya avê teqiya û dorpêç hêj didome, li gund pirsgirêka bêaviyê dest pê kir. Gundiyekî ku navê xwe neda agahî da û diyar kir ku dorpêça leşkeran a li gund didome. Gundî anî ziman ku ew nikarin bi derdorê re têkiliyê dînin û xaniyên ku bi kepçeyan xera kirine, molozan wan bi kepçeyan li dervê gund rodikin. Gundî anî ziman ku dema kepçeyan xanî xera kirin boriyên nava gund jî teqandin û ji ber boriyê avê hatin teqandin ava gund miçiqiye. Gundî anî ziman ku ji ber şebekeya avê têk çû êdî pirsgirêka bê aviyê dest pê kiriye bê av mane.
Gundî, da zanîn ku xaniyê wan bi kepçeyan xera dikin û moloz û xurdeya xaniyan ji bo neyê dîtin û veşêrin bi kepçeyan li nava zeviyan rodikin.
Gundî destnîşan kir ku herî zêde zarok dikevin bin bandorê û zarok ji vê rewşê pir ditirsin û wiha got: "Leşker li gorî keyfa xwe bi ser malan de digirin. Welatî nikarin derkevin pêdiviya tuwaletê jî bibînin. Car caran Helîkopter li ser gund difire. Pirsgirêka herî mezin tunebûna avê ye. Ger ku wisa biçe dê hemû sewal ji tîna bimirin. Ji xwe gundî debara xwe bi çêlekan dikin. Ger ku çêlekên gundiyan jî bimirin êdî nikarin debara xwe bi tiştekî din bikin. Em nikari dergê xwe ji kesî re bêjin. Em nikarin dengê xwe bigînin kesî. Em dixwazin her kes vê zilmê bibîne û bibihîze. Bila êdî dengê me bibihîzin.