'Xerabê Bava, encama polîtîkaya AKP'ê ya referandûmê ye'

MÊRDÎN - Nobeta li hemberî qedexeya li ser gundê Xerabê Bava di roja 9'emîn de berdewam dike. Ji heyeta HDK'ê Benazîr Coşkûn diyar kir ku ev tiştên li Xerabê Bava pêk tên, encama polîtîkaya AKP'ê ya beriya referandûmê û piştî referandûmê ye.

Qedexeya ku li ser gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di roja 17'emîn de berdewam dike. Ji bo ku qedexe rabe û rêya gund li saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şêniyên gund vebe nobeta li rêya gund tê girtin di roja 9'emîn de berdewam dike. Îro jî li gel Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, ji pêkhateyên HDK'ê, Kovara Kaldiraç, ESP, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, SYKP, Partiya Demokratîk, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Mêrdîn û Êlihê û her wiha Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Mêrdînê û şêniyên gundê Xerabê Bava xwestin biçin gund, lê careke din ji aliyê leşkeran ve hatin asntegkirin.

Piştî astengkirina heyetê li ser navê heyetê Endama Lijneya Rêveber a HDK'ê Benazîr Coşkûn diyar kir ku ew ji bo gundiyên Xerabê Bava xwe tenê hîs nekin hatine nobetê bigirin û wiha domand: "Ji bo piştgiriya bi gelê vir re, me îro berê xwe da vir. Rayedarên herî payebilind îşkenceya ku li vî gundî pêk hatî qebûl kirin û roj wê were ev kes ê li hember hiqûqê hesab bidin."

Coşkûn, da zanîn ku ev ne cara ewil e rastî pêkanînên weke li gundê Xerabê Bava tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Konsepta şerê salên 90'î û niha pêk tê heman tişt e. Dixwazin faşîzma xwe ya ku pê xwe bi rê ve dibin li her derê berfireh bikin û tirsê têxin nava gelê me. Lê em ê destûrê nedin vê yekê û aştiyeke mayînde li ser vî welatî pêk bînin.

Piştî axaftina Coşkûn, heyet careke din vegeriya navçeya Nisêbînê.