3 gundiyên Xerabê Bava hatin girtin

MÊRDÎN - Ji welatiyên gundê Xerabê Bava yên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin Vasfî Dogan, Îsmaîl Ay û Mecît Bal hatin girtin.

Piştî qedexeya li gundê Xerabê Bava yö navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 43 welatî hatibûn binçavkirin û gelek ji wan pişt re serbest hatibûn berdan. Îro jî welatiyên bi navê Vasfî Dogan, Îsmaîl Ay, Mecît Bal, Şukru Koçhan û Mehmet Bal piştî îfadeyên li Qereqola Cendermeyan a Nisêbînê derketin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 5 welatî sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayên Silhê ya Nisêbînê der barê Dogan, Ay û Mecît Bal de bi hinceta, "alîkarî dane rêxistinê" biryara girtinê da û welatiyên bi navê Şukru Koçhan û Mehmet Bal jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.

Hate hînbûn ku Dogan, Ay û Bal birine Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.