STENBOL - Îdanameya k udi çarçoveya lêpirsîna li rêveber û kesên ku piştgirî dane rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin hat amadekirin ji aliyê 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve derbarê rêverber û endamên lijneya piştevaniya ya rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, amade kirî qebûl kir.
Di çarçoveya dozê de endamên Lijneya Weşana Piştevaniyê Asli Erdogan û Necmiye Alpay, Rêvebirê Giştî ya Weşanê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsa Înan Kizilkaya ku girtî tên darizandin, derbarê 5 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Derbarê rojnameger û nivîskarên ku bi îdîaya "yekitî û hevgirtina dewletê xirakirine", "propagandaya rêxistinê kirin" û "endamên rêxistinê ne" tên darizandin de cezayê girankirî yê heta hetayê tê xwestin.
Erdogan, Kaya û Kizilkaya 95, Alpay jî ev 85 rojin girtî ne.