STENBOL - Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, têkildarî Mutabakata Dolmabahçe û helwesta Serokomar Erdogan diyar kir ku ger mutabakata Dolmabahçeyê esas hatibûya girtin îro ev qeyran û kaos li Tirkiyeyê pêş nediket û wiha got: "Riya dawîlêhatina vê krîz û kaosê ji nûve hevdîtina bi Birêz Ocalan û muzakere ye."
Di 28'ê Sibata 2015'an de ji bo çareseriya pirsgirêka demokratîk 10 xalên mutabakatê bi Protokola Dolmahaçe hat aşkerekirin. Piştî protokoloa Dolmabahçe Erdogan diyar kir ku ew vê mutabakatê qebûl nake û nas nake. Li ser daxuyaniya Erdogan deriyê Îmraliyê li heyeta diyalogê hat girtin. Piştî deriyê Îmraliyê hat girtin hikûmetê vîna siyasî jî nas nekir û di 1'ê Mijdarê de ji nûve hilbijartin pêk anî. Di ser protokola Dolmabahçe re 2 sal berdas bûn. Piştî vê yekê destnedayîna wekîlan hat rakirin û qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Dîsa Hevserok û Parlamenterên HDP'ê girtin. Li aliyê din jî bi tang û topan û tevlêbûna hezaran polîs û tîmên taybet li dijî Sîlopya, Sûr, Cizîr, Şirnex, Hezex Nisêbîn, Gever, Farqînê şerekî dijwar da meşandin. Di şer de bi hezaran welatiyên sivîl, leşkr û polîs hatin kuştin. Bi hezaran xaniyên kurdan hatin xerakirin. Der barê girîngî û wateya Protokala Dolmabahçe û pêvajoya piştî protokolê Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan ku beşdarî protokolê bûbû nirxandin kir. Buldan, ku yek ji endama heyeta Îmraliyê bû wiha got: “Me di çarçoveya hevdîtin û muzakereyên aştî û çaremeriya demokratîk a bi Birêz Ocalan re plan kir ku Protokola Dolmabahçe di 28'ê Sibatê de îmze bikin. Me protokol anî 28'ê Sibatê. Ji ber ku ev roj ji bo Tirkiye rojek bi watedar e. Em dizanin di vê rojê de pêvajoya darbeyê pêk hatibû. Me di roja darbeyê de protokala çaremeriyê ku ji 10 xalan pêk tê îmze kir. Ev mutabakat hem liser navê Birêz Ocalan heyeta siyasî em 3 kes û hem jî li ser navê hikûmet û dewletê 3 kes me 10 xalên ku wekî manifesto ye îmze kir.
‘DÊ BÛBÛYA DÎROKA MUZAKEREYÊ'
Buldan, anî ziman ku ev 10 xalên çareseriya demokratîk û aştiyê, ji bo muzakere bi rêve biçe û Tirkiye têkeve rêya aştî û demokratîkbûnê pir girîng û watedar bû û wiha got: "Ev mutabakat di 3-4 civînan de hat niqaşkirin. Xal bi xal hatin hiqaşkirin û zelalkirin. Yek bi yek hatin nivîsandin. Hem Birêz Ocalan û hem jî rayedarên dewletê li ser van xalan bûn yek fikir. Bi taybetî ji ber ku li Qesra Dolmabahçe hat îmzekirin û xwendin xwedî wate û girîngiyek mezintir bû. Ji ber ku Qesra Dolmabahçe cihê ku hemû hevdîtin û nerînên dewlete li wir tê kirin e. Ji bo vê yekê peyaka ku em bidin cemaweriya Tirkiye ew cih wir bi wate bû. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan got 'Ger ku mutabakata Dolmabahçe bê qebûlkirin di milê demokratikbûna Tirkiyede dê bang li PKK’ê kiribûya û bixwestiya ji bo tevlêbûna aştiyê gavan bavêje." Ger ku ev mutabakat hatibûya qebûlkirin dê Birêz Ocalan roja ku mutabakat hat qebûlkirin wekî dîroka müzakereyan qebûl kiribûya. Li ser vê yekê dê bang li PKK’ê kiribûya ku dawî li şer bînin. Lê piştî mutabakata Dolmabahçe hat xwendin û şûnde hem dewletê û hem hekûmetê gav paşve avêt û ev red kirin."
‘DÊ BI HEYETA ÇAVDÊR MUTABAKATÊ DEST BÊ KIRIBÛYA'
Buldan, anî ziman ku ger mutabakata Dolmabahçe bihata qebûlkirin dê ji bo muzakereyan heyeta çavdêr beşdar bûbaya û wiha got: "Birêz Ocalan xwest heyeta çavdêriyê bê Îmraliyê. Xwest ev mutabakat û muzakere di çavdêrî û şahidiya heyetê de bê îmzekirin. Mutabakata ku ji 10 xalan pêk dihat dê ji niqaşê re bihata vekerin. Avakirina heyeta çavder bê guman bi wate û girîng bû. Di heyeta çavdêriyê de hem kesên ku Birêz Ocalan qebûl kiribû û hem jî kesên ku dewletê û hikûmetê qebûl kiribû dê beşdar bûbûna. Li ser vê heyetê mutabakat hat kirin û hat erêkirin. Heyeta çavdêr ji 8 kesan pêk dihat. Di nava heyetê de rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û hiqûqnas hebûn. Bi temamî heyetek serbixwe bû. Hemû ne nêzî partiyan bûn. Kesên demokratîkbûna Tirkiye dixwestin di nava heyetê de cih digirtin. Ger ku ev heyet hatibûya qebûlkirin û çûbûya Îmraliyê dê pêvajoya muzakereyan û 10 xalên Dolmabahçe ji niqaşan re hatibûya vekirin. Dê xal bi xal hatibûya niqaşkirin û îmzekirin. Civîna ku heyeta çavdêr beşdar bûbûya dê biba destpêka muzakereyan. Dê biba rojek dîrokî."
‘ERDOGAN AGAHÎ DA'
Mutabakata Dolmabahçe piştî bi raya gişti re hat parvekirin, Serokomar Erdogan diyar kir ku vê mutabakatê nas nake û qebûl nake. Buldan, li ser helwesta Erdogan jî axivî û wiha got: "Lê hem xalên mutabakatê, hem cihê wê û hem jî dîroka wê berê ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatibû qebûlkirin. Li ser daxwaz û erêkirina hikumetê pêk hat. Heta şiklê rûniştinê berê hat niqaşkirin û qebûlkirin. Lê piştre Serokomar Erdogan biryar da û red kir. Li ser navê hikûmetê Serokwekîlê Koma AKP'ê Mahir Unal beşdarî civînê bû. Li ser navê dewletê jî Musteşarê Cemaweriyê Muhammet Dervişoglu amade bû. Li ser navê hikumetê jî Yalçin Akdogan û Efkan Ala beşdarî vê civînê bûn. Em jî li ser navê heyeta Îmraliyê Ez, Sirri Sureyya Onder û Îdris Baluken beşdarî mutabakatê bûn. Di serî de me şiklê rûniştinê îtiraz kiribû. Lê Birêz Mahir Unal, bi Serokomar re axivî û ji nûve şeklê rûniştinê rast kir. Li ser îtîraza me ev pêk hat. Lê piştî Mutabakatê 2 roj şûnde mixabin Serokomar Erdogan diyar kir ku mutabakat ji aliyê wî ve nehatiye qebûlkirin. Serokomar diyar kir ku mutabakatek bi vî rengî tune ye. Vê yekê hem darbe li pêvajoya aştiyê xist û hem jî darbe li pêvajoya muzakereyan xist. Ji milê Birêz Ocalan a nêzîkatiya aştî û çareseriyê ve jî giring bû. Redkirina mutabakatê di heman demê de bû wateya hevdîtina bi Birêz Ocalan re. Redkirina mutabakatê nişan daku dê pevajoya aştî û muzakereyan jî bi dawî bibe. Di encamê de ev yek pêk hat jî."
HEVDÎTIN BI DAWÎ BÛN
Buldan diyar kir ku piştî wê demê heyetên siyasî ji bo hevdîtinê neçûn çem Ocalan û wiha berdewam kir: "Mutabaqat û pêvajoya heba kirin. Ji ber vê yekê jî ji wê rojê heta niha hem aştî û pêvajoya muzakereyê hate rawestandin hem jî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wekî bi kêrê hate jêkerin hatin qutkirin. Piştî wê bi Birêz Ocalan re tu hevdîtin nehat kirin.
'ERDOGAN KONSEPTA ŞER XIST DEWREYÊ'
Buldan destnîşan kir ku Erdogan polîtîkayekî cuda hewl da bişopîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di wî pêvajoyê de bihêzbûna HDP'ê derketibû holê. Nêzîkatiya AKP'ê li pêvajoya çareseriyê, rê û rêbaza ku AKP di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de şopand rêbazekî bê qebûlkirin nebû. Serokomar ev pêvajo heba kir û ji bo saxlemkirina îxtidara xwe polîtîkayekî cuda xist dewreyê. Piştî wî rîdokê bi taybetî li Kurdistanê, li herêmên ku kurd dijîn qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û konsepta şer xist dewreyê. Bi vî konseptê re me dît ku hem pêvajoya hate hebakirin hem jî nêzîkatiya li hemberî kurdan bi awayekî cuda hat destgirtin. Di nava pêvajoyê de bi qedexeyên derketina derve re pêvajoyekî ku qatlîam hatin kirin, mal hatin şewitandin, xirakirin, li dijî HDP'ê hewldanên lîncê hate destpêkirin hate jiyîn. Bêguman Serokomar bi hebakirina pêvajoyê û konsepta şer xistina dewreyê ve fikirî ku dê AKP'ê îxtidarê de bimîne. Em difikirin ku bi vî armancê kir. Lê îxtidara ku pêvajoya aştî û muzakereyê tune dihesibîne, bi kurdan re axtiyê naxive. bi kurdan re rûrananê nikare li îxtidarê bimîne."
'TIRKIYEYEKÎ BÊ AKP...'
Buldar têkîldarî pêvajoya di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de nirxandina "Ji bo AKP û derûdorên ku piştgiriyê didin wan bû sedema xwîn windakirin" kir û wiha axivî: "Piştî 1'ê Mijdarê di anketên hatin kirin de me dît ku dengên AKP her çû ket. Niha li pêşiya me pêvajoya referandûmê heye. Em ê di vî pêvajoya referandûmê de bibînin ku AKP gelek deng winda kiriye. Nİha di anketên ku tên kirin de em dizanin ku dengên 'Na' zêde ne û mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn, raya giştî ya Tirkiyeyê tu caran şer naxwazin, her tim aştiyê dixwazin, her tim demokratîkbûnê dixwazin. Ev derûdor dê di referandûmê de dengên 'Na' bi kar bînin û em dizanin ku dê bi vî rengî ders bidin AKP'ê." Buldan got ku piştî referandûmê di hilbijartina bê kirin de dê îxtidara AKP'ê bi dawî bibe, Tirkiye bibe Tirkiyeyekî bê AKP, bi vî re jî dê careke din pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin. Buldan got ku divê hemû raya giştî ya Tirkiyeyê xwedî li pêvajoya aştî û muzakereyê derkeve û ji bo aştiya civakî ya Tirkiyeyê û demokratîkbûnê pêwîstî bi vî heye.
'CAREKE DIN VEGERA PÊVAJOYÊ DIKARE BIBE'
Buldan da zanîn ku ger ku Mutabaqata Dolmabahçeyê bihata esasgirtin îro li Tirkiyeyê ev kaos û krîz nedihat jiyîn, di pêvajoya ku bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin de li welat aramî hebû û hêviyên aştiyê derketibû holê. Buldan got ku di vî pêvajoyê de mirin jî çênebûn lê piştî ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ji holê hat rakirin mirinan dest pê kir. Buldan diyar kir ku ger ku Mutabaqata Dolmabahçeyê bi şahidiya heyeta çavdêr de bihata kirin, bihata nîqaşkirin îro li Tirkiyeyê rewşekî cuda hebûya û wiha pêde çû: "Lê bê guman dikare vegera çêbibe. Wekî ku ji kû dera zirarê vegerin... Ger AKP careke din vî mutabaqatê bixe dewreyê dikare di pêkahtina pêvajoya bêçalakîbûnê de rol bilîzin."
'OCALAN DIKARE VÎ KRÎZÊ ÇARESER BIKE'
Buldan got ku ew amade ne di vî mijarê de rol bigirin li ser xwe û wiha axivî: "Bêguman em ji mirinên ku tên jiyîn aciz in. Di vî rewşa şer de em dixwazin veger çêbibe. Riya ji vî krîzê derketinê careke din bi Birêz Ocalan re destpêkirina hevdîtinan e û di vî çarçoveyê de qebûlkirina 10 madeyên mutabaqatê ye, çûyîna heyeta çavdêr a li Îmraliyê û bi şahidiya wan ev 10 made nîqaşkirin e. Ger hikûmet bixwaze dikare bike. Lê ji bo vê yekê jî baweriya bi aştiyê divê."
'ÊN BI HUNDIR RE LI HEV NEKE DÊ ÇAWA BI DERVE RE LI HEV BIKE'
Buldan bi bîr xist ku li girtîgehan gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnameger hene û wiha got: "Hemû mirovan tenê ji bo berjewendiyên xwe kirine girtîgehê bêguman di warê demokratîkbûnê de destkeftiyekî nayne. Di warê siyasî de ez dibêjin divê em mirov ji girtîgehan bên derxistin. Ev rewş gelek tiştan bi welat dide windakirin. Ji ber ku di warê polîtîkaya derve de jî Tirkiye îro krîzê dijî. Welatekî ku di nava xwe de li hev neke dê li derve jî xwe di nava aştiyê de nebîne. Dema ku em van tiştan dinirxînin dixwazim bibêjim ku divê pêvajo careke din bê nirxandin û careke din vegera pêvajoyê pêk bê.
Sadiye Eser / Asya Înedî - dîhaber