'Ne întihar e, cinayeteke siyasî ye'

EDENE - Heval û xwendekarên Hindekarê Zanîngeha Çûkûrovayê Mehmet Fatih Traş ê ji ber belavoka aştiyê îmze kir peymana wî hat betalkirin û di 25'ê Sibatê de întihar kir, behsa wî kirin. Heval û xwendekarên wî diyar kirin ku bûyer ne întihar e cinayeteke siyasî ye û ew ê şopdarê bûyerê bin.

Heval, xwendekar û dostên Peywirdarê Lêkolînê yê Zanîngeha Çûkûrovayê Mehmet Fatih Traş ê ji ber belavoka aştiyê îmze kir peymana wî hat betalkirin û di 25'ê Sibatê de întihat kir, behsa wî kirin. Hevalê Traş akademîsyen Taylan Koç ê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku Traş xwedî kesayeteke ku tu kesî nediêşan bû û got, Traş di Hezîrana 2016'an de doktoraya xwe qedandibû û heta meha Îlonê jî li zanîngehê bi awayekî peymanî diket 3 dersan.

'SEROKÊ BEŞÊ DISPÊRE MÎT'Ê Û DAWÎ LI DERSA MEHMET ANÎ'

Koç, anî ziman ku Traş belavoka aştiyê îmze kiribû û ji ber vê Serokê Beşa Maliyeyê Haşim Akça, di civînekê de kesên ev belavok îmze kiribûn hedef nîşan da û wiha axivî: "Di civînê de Haşim Akça, qesda Mehmet kiriye û gotiye, 'Bi PKK'ê re têkiliya wî heye, çima li vir dersê dide.' Rektor jî gotiye, 'Ev mijar li vir nayên axaftin. Li Lijneya Rêveberiyê tên axaftin' û bi vî awayî xwestiye ser axaftinê bigire, lê belê Haşim Akça dîsa nasekine. Diçe senatoya zanîngehê. Qesda min û mamoste Esengulê jî dike û dibêje, 'Çima hûn îmzekarên aştiyê navêjin. Heta yek ji wan li Fakulteya Îdariyê dersê dide.' Jê tê pirsîn ku, ka van agahiyan ji kedrê bihîstiye. Ew jî dibêje, 'Li MÎT'ê nasên min hene. Min ji wan bihîstiye.' Li ser vê di nêv serdemê de dawî li dersên Mehmet anîn."

Koçe, diyar kir ku li ser vê Traş serî li gelek zanîngehan daye, di destpêkê de serlêdanên wî dihatin qebûlkirin, lê piştî hîn dibûn belavoka aştiyê îmze kiriye bersiveke neyînî didanê. Koç, da zanîn ku hemû derî li ser Traş hatin girtin û wiha got: "Dema min pê re sohbet dikir, digot 'Ez rastî lînceke civakî hatim.' Du rojan min xwe negihandê. Paşê hîn bûm ku întihar kiriye."

‘MA DAXWAZA AŞTIYÊ MIRIN E?'

Koç, anî ziman ku hêza liberxwedanê ya her mirovî cuda ye û wiha axivî: "Mamoste Mehmet ne ew mamosteye ku înkar bike. Wê kêliyê ruhiyeta wî çi û çawa bûye, kes nizane. Bûn sedema mirina kesekî ku doza aştiyê dikir. Ev bi awayekî zaf aşkere li holê ye. Lê heke mamoste Mehmet hinekî din jî bisekiniya, da baştir bûna. Sedema ku îktîdar evqasî xwe ler kesên doza aştiyê dikin bi çewisandinan nêz dibe jî, tenê ew e ku xwe bi şer xwedî dike. Rageşî û çewisandin hemû xwe bi şer xwedî dikin û derdoreke zêde ya ku xwe bi vî şerî xwedî dike heye."

'NE ÎNTIHAR, CINAYET E'

Prof. Dr. Mustafa Kalay, dest nîşan kir ku bi taybetî ji ber Traş belavok îmze kiribû bûbû hedefa rêveberan û wiha got: "Her çi qas doktoraya xwe jî kiribû û li qadeke wek ekonometriyê ku pêdivî pê hebû dawî li karê wî anîn. Ne pêkane ku mirov vê wek întiharê binirxîne. Mirov dikare vê wek cinayetekê pênase bike. Çimkî, pêvajoyeke ku wî ber bi întiharê ve bir heye. Ez vê wek pêvajoya qetilkirinê pênase dikim." Kalay, diyar kir ku ji ber van pêkanînan Traş tengavî bûye û got, bi awayekî zêde para rêveberan div ê de heye. Kalay, diyar kir ku Traş ber bi pêvajoya întiharê ve birine û got, rêveberên Zanîngeha Çûkûrovayê Traş teşwîqî întiharê kirine.

'EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN'

Kalay, dest nîşan kir ku Traş ji ber sedemên aborî întihar nekiriye û wiha axivî: "Ji sedemên aborî wirdetir, li holê neqebûlkirina neheqiyekê heye. Yanî ji ber neheqiyên hatine kirin ber bi riyeke wisa ve hatiye şandin. Çimkî, bi rastî jî neheqiyênc idî hene. Bi awayekî cidî binpêkirina mafan, sepandinên antîdemokratîk hene. Akademîsyen şer naxwazin. Ne tenê li Tirkiyeyê li hemû deverên cîhanê dixwazin aştî hebe. Mehmet jî belavokeke ku doza aştiyê dikir îmze kir. Li vir, li zanîngehê kesên em bêjin tetikêş hene. Ev bi piranî di qedemeya rêveberiyê de cih digirin. Li hin cihan serokê beşê, li hin cihan dekan, li hin cihan jî rektor in. Bi piranî rektor vî barî hildigirin. Mînakên vê li Zanîngeha Mêrsînê hene. Li Zanîngeha Çûkûrovayê jî tiştên hatin serê Mehmet Fatih Traş jî mînaka vê ne. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin û em ê zû an dereng li pêşberî huqûqê ji kesên bûn sedemê vê hesab bipirsin."

‘BI TENÊ HAT HIŞTIN'

Xwendekara Beşa Aboriyê Deniz Uslu jî, diyar kir ku Traş ew kes bû her bi ser zanistê ve diçû û got, navbera wî û xwendekarên wî zaf baş bû, wek hevalan nêzî xwendekarên xwe dibû. Uslu, dest nîşan kir ku sirf doza aştiyê kiriye dawî li karê wî anîne û got, ji ber mamosteyekî din îxbara Traş kiriye dawî li karî wî anîne. Uslu, diyar kir ku her kesî ji Traş hez dikir, bi serbilidniya xwe dihat nasîn û wiha axivî: "Tu carî ji ber belavok îmze kiribû ne poşman bû. Hin mamoste ji wî re digotin, 'neke birayê min, îmzeyê navêje.' Lê tu carî bi paş ve gav neavêt. Di vê demê de bi tenê hat hiştin û dawî li jiyana xwe anî. Ev bûyer ne bûyereke hêsan a întiharê ye; cinayeteke siyasî ye."

‘EM Ê VÊ BÛYERÊ TEŞHÎR BIKIN'

Uslu, anî ziman ku yên bûn sedema vê û yên wî bi tenê hiştin ji vê cinayeta siyasî berpirsiyar in û wiha got: "Qethiyen em ê dev ji vê bernedin. Em wek xwendekar û dostên wî, em ê têkoşîna aştiyê ya Mamoste Mehmet bidomînin. Û ji bo li seranseriya welat ev berpisiyar bên teşhîrkirin û darizandin jî em ê her bitêkoşin."

‘NE POŞMAN BÛ'

Hem hevala Traş û hem jî xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê Pelin Çiçek, diyar kir ku Traş hem girîngî dida xwendekaran hem jî akademiyê û got, tim li cem xwendekarên xwe bû û tim bi wan re dihat gel hev. Çiçek, Traş bi derdora xwe re têkiliyên baş datanî, lê cîhana xwe ya hudnurîn pir nedida der û wiha axivî: "Vê rewşa zehmet pir nedida der. Ya ew xemgîn kir avêtina wî ya ji dibistanê bû. Divê em kesên ku bûn sebebê vê rewşê teşhîr bikin. Ji ber îftira avêtin mamosteyê me, ev wî xemgîn kir. Ji ber îmzekirina belavoka aştiyê tu carî nepoşman bû. Ji ber nasnameya xwe ya akademîk her dixwest tiştekî li zanistê zêde bike û ji bo girîngî dida pirgirêkên welat her di vê çarçoveyê de tevdigeriya. Em ê kesên îftira avêtin teşhîr bikin."


Hamdullah Kesen-Ahmet Kanbal - dîhaber