'Ji 15 salên îktidara AK Partiyê betalî para me ket'

AMED - Piştî Çayxaneya Kobanê ya ji ber navê xwe ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin ve hat rakirin, xwediyê wê Nizamettîn Katirci yê 60 salî êdî bi semawerê xwe bi awayekî seyyar çayê difiroşe. Katirci diyar kir ku ji 15 salên îktîdara AK Partiyê betalî para wan ketiye.

Qeyûm Bilal Ozkan ê tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin, pêşî tabelaya Çayxaneya Kobanê ya li ber sûrên Deriyê Çiyê bû rakir û di 23'yê Çileyê de jî bi çayxaneyê bi temamî rakir. Xwediyê çayxaneyê Nîzamettin Katirci yê 60 salî, piştî girtina çayxaneyê niha bi semawerekî biçûk bi awayekî seyar çayê difiroşe. Katirci yê 40 sal berê ji navçeya Heroyê hat Amedê, bi salan bi firotina ava sûsê debara xwe dikir. Piştî extiyar bû, ji ber êdî nikaribûye kuçe kuçe bigere, ji xwe re bi navê Çayxaneya Kobaniyê çayxaneyek vekir. Katirci, diyar kir ku wî bi zor û heft bela çayxane vekiriye û got, ew bi pereyê ji vir qezenc dikir li malbateke 15 kulfetî dinihêrî. Katirci, dest nîşan kir ku piştî kargeha wî ji aliyê qeyûm ve hat girtin ew neçar maye.

'BI NANÊ MIN LÎSTIN'

Katirci yê niha bi semawerekî biçûk bi awayekî seyar çayê difiroşe wiha got: "Niha li quncikekî biçûk min mehkûmî çayçêkirinê kirine. Kes naxwaze li vî cihê wek qutiyekê çay vexwe. Mişterî tune ne, kar tune. Bi nanê min lîstin. Di 15 salên îktîdara AK Partiyê de tenê betalî û qeyûm para me ket."

‘ÊDÎ EM ARAMIYÊ DIXWAZIN'

Katirci, anî ziman ku ji roja ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin heta niha tu aramiyeke wan nemaye û ew nikare nan bibe mala xwe. Katirci, got ji ber ew extiyar bûye bi awayekî fizîkî êdî nikare tu karî bike. Katirci, diyar kir ku êdî ew nikare debara malbata xwe bike û wiha axivî: "Êdî em aramiyê dixwazin. Berî qeyûm bê em aram bûn, me kar û barê xwe dikir. Kêm zêde tiştek bi destê me diket, zarokên me birçî nediman." Katirci, diyar kir ku ji bo vegotina derdê wan tu muxatab tune ne û wiha got: "Em çi bikin, em biçin kuderê."