ÊLIH - Kedkarên cemaweriyê, diyar kirin ku dê pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a nû bi KHK’yan rê li ber îxrackirina û aloziyê vebike û wiha gotin: “Li ber destê yekî kombûna evqas rayeyî, li dijî xwezayê ye. Ji ber vê em ê bibêjin ‘Na’.”
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) a Êlihê Aziz Turay, diyar kir ku pêşnûmya guherandina Qanûna Bingehîn a hatiye amadekirin ne demokratîk e û wiha got: “Bi KHK’yên hatin derxistin li Êlihê 43 kedkarên perwerdehiyê hatin îxrackirin. Dema pergala serokatiyê bê, dê li gor dilê xwe biryaran bide. Em ê wek Egîtîm-Sen’ê li dijî rejîma yekzilamî bibêjin ‘Na’ û em ê ji bo vê jî xebatên xwe bidomînin.”
‘LI BER DESTÊ KESEKÎ KOMBÛNA EVQAS RAYEYÎ LI DIJÎ XWEZAYÊ YE’
Turay, diyar kir ku AK Partî piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê nêvenga şidetê gurk iriye û bi vî awayî dixwaze rejîma yekzilamî bîne û wiha got: “Di vê nêvengê de siyasetê li ber destê yekesî diçe û tê. Qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz bingehên demokrasiyê ne. Heke vana li ber destê yekî kom bibin dê bi xwe re dîktatoriyê bîne. Ji bo me ya rast ew e ku rayeyên Serokomar sînorkirî bin. Li ber destê kesekî kombûna evqas rayeyî li dijî xwezayê ye.”
‘TEK ADAMLIK REJİMİNE KARŞI ‘HAYIR’
Referandumda “Evet” çıkması durumunda tek adam rejiminin devreye gireceğini belirten Turay, “Başkanlık geldiğinde istediği kararları verebilir. Biz Eğitim Sen olarak tek adamlık rejimine karşı ‘Hayır’ diyeceğiz ve bunun için de çalışmalarımızı sürdüreceğiz" dedi.
Mamosteyê Dibistana Seretayî yê 12 salan Ruşen Guneş jî anî ziman ku, demokrasî ji bo dewletan tiştekî jêneger e û wiha axivî: “Ya girîng ew e ku li Meclîsê temsîliyeta hemû reng, deng û nêrînan hebe. Heke hemû raye têkevin destê yekesî, dê pirsgirêkên mezin çêbibin.”
‘EM Ê BIBÊJIN ‘NA’ Û EM Ê JI BO ‘NA’YÊ BIXEBITIN’
Guneş, diyar kir ku her çi qas niha pergala serokatiyê ne fermî be jî, Serokomar hemû rayeyên rejîma yekzilamî bi kar tîne û wiha axivî: “Bi KHK’yan li gor kêfa xwe mirovan îxrac dike. Em sedema van îxracan baş dizanin. Dixwazin me îxrac bikin û pergala xwe ava bikin. Dema pergala yezilamî bê, dê demokrasî tune be. Kengî bixwaze dê bi îxracan mirovan ji kar bavêje. Ji ber vê, divê em ji vê re bibêjin ‘Na’. Ji bo ‘Na’yê jî divê em zaf hewl bidin.”
Mamosteyê Zanistên Civakî yê 7 salan Hasan Demir ê bi KHK’ê hat îxrackirin jî wiha got: “Em kedkar û gel niha di pêvajoyeke ku dê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike de ne. Dê gelên Tirkiyeyê li vir biryara xwe bidin. Ya dê demokrasiyeke rasteqîn bê an jî dê dîktatorî bidome. Em baş dizanin ya li ber me hatiye dayîn ne pêşnûmaya demokrasiyê ye, bereksê wê dê vegotina ‘yekziman, yek ala, yek reng’ zêde bibe û dê veguhere awayekî faşîzan. Ji ber vê em vê pakêta yekdengî, ya kedkaran tune dihesibîne û demokrasiyê bin pê dike qethiyen qebûl nakin. Em ê li dijî vê bi berwxedanê bi awyaekî bilind bibêjin ‘Na’.”