Di 2'ê Adarê de li 3 navendan starta ‘Na’yê didin

AMED - HDP û hevparên wê di 2’ê Adarê de li Amed, Stenbol û Îzmîrê hemwext starta hilbijartina referandûmê ya "Na'yê dide. Hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê banga tevlîbûna mîtînga kampanya “Na”yê li gel kirin.

Bi destpêkirina xebatên hilbijartina referandûmê re xebatên HDP’ê û hevparên wê ji giranî dan xebatên “Na"yê. Di çarçevoya xebatên referandûmê de li Amed, Stenbol û Îzmîr’ê hemwext di 2’ê Adarê de starta referandumê didir û li her 3 navendan civînên girseyî tên amadekirin. Di van civînan de li bendê ye ku çarçevoya xebatên li heremê û Tirkiyê were aşkerekirin.

Civîna ku li Amedê bê lidarxistin ji bo tewahiya heremê giring e. Rûsipiyên heremê, partiyên Kurdîstanî, saziyên sivîl yên li heremê hatin vexwendin û her wiha ji bo tevlîbûna gel a girseyî bang hat kirin. Di vê çarçevoyê de 20 hezar belavokên ji bo civînê hatin amadekirin, li Amedê û navçeyên wî tê belavkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven, Hevşaredara Mêrdînê Ahmet Tûrk dê beşdarê civînê bibin.

‘BI RIHÊ 7’ê HEZÎRANÊ DAKEVÎN QADAN’

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulşen Ozer tekildarî civînê axivî û got ku dê bi vê civînê çarçevoya xebatên xwe aşkere bikin. Ozer da zanîn ku ew dê bi gel re helwesta xwe ya “Na” nîşan bidin û wiha got: “Em xebatên xwe bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê didin destpêkirin. Bi gelê xwe re rihê 7’ê Hezîranê dakevin qadan. Emdê piştî 2’ê Adarê bi gelê xwe bi helwesta ‘Na’ dakevîn qadan.”

BARAN: JI HER DEMÊ XÛRTTIR DADIKEVIN QADAN

Hevserokê DBP’ê ya Amedê Zekî Baran jî dest nîşan kir ku li heremê gel bi helwesta “Na” re li Amedê dicive û wiha axivî: “Ji bo ‘Na’ ya herî mezin bi gel re dicivin. Bi civîna li Amedê re li tewahiya heremê xebatên xwe didin destpê kirin. Sedema çûyîna li ser sindoqan, sedema ‘Na’ aşkere bikin. Piştî roja 2’ê Adarê ji her demê xurttir bi gelê xwe re dadikevîn qadan.”

Hevserokan banga tevlîbûna civîna ku di 2’ê Adarê de li Salona Dawetê ya Kaplan Cîty pêk bê kirin û xwestin gelê kurd û taybetî gelê Amedê beşdar bibe.