Pêlav nexistin girtîgehê

DÎLOK- Malbata Necmetîn Ayhan (40) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtî ye pêlava mekab şandin girtîgehê, lê rêveberiya girtîgehê pêlav desteser kir û nedan Ayhan. Bavê Ayhan Yehya Ayhan diyar kir ku li sûkê serbest e, li girtîgehê qedexe ye.

Necmetîn Ayhan (40) ê girtî û rastî cezayê muebetê hatiye heta niha 4 girtîgeh guhert. Herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hat kirin. Malbatê pêlava mekap şand ji Ayhan re, lê rêveberiya girtîgehê pêlav desteser kir û nedan Ayhan. Necmetîn Ayhan di 2003’an de hat girtin û rastî cezayê muhabbetê hat. Ayhan ji Edenê sewqî Muşê, ji Muşê sewqî Dîlokê û herî dawî sewqi Şakranê hat kirin. Ji ber bavê Necmettîn Ayhan Yehya Ayhan (58) jî li Dîlokê girtîbû li hemberî 1000 TL Necmettîn Ayhan sewqî Dîlokê kirin. Lê 3 meh berê dîsa Ayhan sewqî Şakranê kirin.

GIRTÎGEHÊ PÊLAV NEXIST HUNDIR

Ayhan 2 meh berê ji malbata xwe ya li Dîlokê dijîn pêlav xwest. Li ser daxwaza Ayhan malbatê pêlava mekap şand. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta qedexe ye pêlav desteser kir û nexistin hundir. Girtîgehê 2 mehin pêlav desteser kiriye û ne didin Ayhan û ne jî didin malbatê. Bavê Ayhan Yehya Ayhan (58) ê serbest hat berdan, diyar kir ku zextên li ser girtiyan pir zêde ye û wiha got: "Balkêş e min pêlava mekap ji kurê xwe re şand, lê ew jî desteser kirin. Her kes pêlava mekap dixe pê. Li sûkê serbest e, li girtîgehê qedexe ye. Necmetîn dixwast pirtûkê binivîse. Lê rêveberiya girtîgehê nivîsên wi yên bi salan jî desteser kirine. Wêneyên ku me û hevalên wî jêre şandîn desteser kirine. Aramî li girtîgehê nemaye. 28 kes li odeya 16 kesan de dimînin."
Ayhan destnîşan kir ku piştî OHAL’ê zextên li girtîgehan zêdetir bû wiha gotina xwe bi dawî kir: “OHAL tenê ji bo kurdan heye. Tu eleqeya xwe bi FETO re tûne. Kurdek li ku hebe Erdogan li pey wan dikeve. Destê me û zarokên me ji hev kirin.”