MÊRDÎN - Heyeta HDK’ê ya ji bo dorpêça li gundê Xerabê Bava bê rakirin hatin herêmê diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji referandumê cuda nîne û hikûmet li ser hesaba deng polîtîkayê dimeşîne.
Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dorpêç di roja 18’emîn de berdewam dikir û piştevaniya ji bo nobeta ku ji bo rakirina dorpêçê tê girtin mezin dibe. Nûnerê Komeleyên Elewî Cîhangît Alîm ku di nava heyetên ji bo dorpêça li gund bê rakirin hatin herêmê de cih digire diyar kir ku fikarên wan her roj zêdetir dibin. Alîm, da zanîn ku zext û dorpêç nayê qebûlkirin, di jiyan û hiqûqa elewiyan de şîdet nayê qebûlkirin.
DIVÊ HEMÛ GELÊ ELEWÎ PIŞGIRÎ BIDE GELÊ GUND
Alîm, anî ziman ku tiştên li gund tê jiyîn ji pêvajoya referandumê ne cuda ye û wiha got: “Di tu hiqûq û cihekî de tiştek wiha tüneye. Kese nikare cudakariyê bike û vîna gelê kurd di qirkirinê re derbas bike û ev nayê qebûlkirin jî.”
MAFÊ DEWLETÊ YÊ ÎŞKENCEKIRIN Û ÎNFAZAN TUNE YE
Endamê Lijneya Rêvebir a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Benazîr Çoşkun, bi lêv kir ku dîroka vî welatî bi îşkence û “kuştinên kiyara ne diyar” baş tê zanîn û wiha pêde çû: “Li gundên qedexe hatine îlankirin gelek dîmenên ku îşkenceyê piştrast dikin derketin holê. Ji bo em gelê li gund bi tene nehêlin em hatine herêmê. Çi dibe bila bibe mafê vê dewletê nîne ku kesan îşkence û înfaz bike. Dikare bersûcan di dadgehên xwe de bidarizîne. Ji bo tiştên li gund hatine jiyîn bên lêkolînkirin divê heyetek serbixe biçe gund. Bila tiştên li gund hatine jiyîn bikişînin û bi raya giştî re parve bikin. Ger ev îdîayên îşkencê rast bin, em dixwazin di çarçoveha maf û hiqûqê de ev kesên îşkence pêk anîne bên darizandin.”
PLANEK SÎSTEMATÎK HEYE
Çoşkun, da xuyakirin ku belgeyên ku ji aliyê Lijneya Ewlehiya ya Neteweyî ve hatin amadekirin û di sala 2014’an de derketin holê herkesi dîtibû û wiha domand: “Em niha di pêvajoya referandumê de ne, ev ne pêvajoyek ji rêzê ye. Ev madeyên MGK’ê yek bi yek tên pêkanîn û heta niha hemû made hatin pêkanîn. Ev gund ne ji ber ewlehiyê yan jî tiştek din van tiştan jiyan dike. Li holê planek sistematik heye me ev plan di pêkanînên li bajarên kurdan de dît. Fikara me ewe ku pêvajoya bi gundê Xerabê Bava destpêkiriye li cihên din jî bê jiyîne.”
HILWEŞÎNA Û QETLÎAMA LI BAJARAN LI GUNDAN JÎ PÊK TÊ
Xwendekarê Kovara Kaldiraç Tamer Markoç destnîşan kir ku li gundê Xerabê Bava li aliyekê mirov tên qetilkirin li aliyê din sewalên ku welatî debara xwe pê dikin tên kuştin û wiha axivî: “Hilweşîn û qetlîamên di salekê de li bajaran hatin pêkanîn niha li gundan pêk tînin. Tiştên li gund tên jiyîn ji polîtîkayên şer ên piştî 7’ê Hezîranê destpêkirin cudatir nîne. Dewlet hewl dide plana xwe ya çewisandinê bi encam bike. Ji ber dengê Na pir zêdeye dewlet ji bo berê aliyên muhalefet bide cihên din rojevê diguhere. Ji bo çavê aliyên rêxistinkirî bitirsîne qetlîamên xwe didomîne û vê nîşanî mirovan dide. Dibêje li herêmê ‘teror’ heye û dixwaze ji aliyên netewperest deng bigire. Ev qetlîamên pêktên polîtîkayên li ser hesabê denganin.”