MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava çîroka hemû kesan bi dewletê re heye. Ebubekîr Koçhan ê 71 salî ku beriya 3 rojan ji bin çavan derket, careke gundê wî hat valakirin gelek caran hat binçavkirin, hat girtin ligel pêkûtî û şîdetê jî dikene û gotina "Her tişt dê baş be" bi kar tîne.
Gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê wekî salên 90'an careke din bi şîdeta leşkerî û aborî ve rû bi rû ye. Gundê ku bi rojan e di bin dorpêçê de ye di 1995'an de hate valakirin. 185 xaneyên gund hate koçberkirin ji Nisêbîn, Qoser, Stenbol, Îzmîrê heta Kibrisê belav bûn. Piştî 7 salan 60 mal vegeriyan gund. Li gund çîroka hemû kesan ê kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û girtinan heye. Yek ji wan jî Ebubekîr Koçhan ê 71 salî ye û wekî wêneyê tiştên ku di navbera gund û dewletê de hatiye jiyîn e. Koçhan ê ku yek ji kesên herî mezin ê gund e tiştên ku jiyan kirine wiha anî ziman: "Gelek tişt hat serê me. Dewletê gelek zehmetî bi me da jiyankirin. Ne tenê ez hemû kesan ev tişt jiyan kir."
'HER TIM TIŞTEK DIBE'
Koçhan ê qala zaroktiya xwe kir wiha axivî: "Rewşa me baş bû. Me sewal dikirî û difirot. Bahçeyên me yên fistiqan hebû. Lê me ji wan xêrek nedît. Her tim tiştek dibû. Mînak tiştên ku îro hatin jiyîn, sala bê dê çi bibe nediyar e."
'ÇI ZILM HEBE ME JI VÎ DEWLETÊ DÎT'
Koçhan sala 1986'an wekî dîroka ku gund, dewletê nas kiriye bi bîr tîne û tiştên ku jiyan kirine wiha tîne ziman: "Çi zilm hebe me ji vî dewletê dît. Di 1991'an de dema ku ez hatim binçavkirin ji ber îşkenceyê guhê min teqiya. Niha guhê min baş nabîhîze. Di 2005'an de ez hatim binçavkirin û girtim, 4 mehan di girtîgehê de mam. Cezayên girtîgeh û cezayên pere. Min keça xwe par winda kir, dema qedexeyên derketina derve de. Hê jî min cenazeyê wê negirtiye. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir di 1995'an de gund bi temamî hat valakirin. Nisêbîn, Qoser, Îzmîr, stenbol, Kibris, her yek ji me li derekî belav bû."
'EV MISILMANÎ NÎNE'
Koçhan diyar kir ku dema ku 1995'an de Hamît Bal û Bayram Bal hatin kuştin û cenazeyên wan li Stîlîlê hate dîtin yek ji kesên ku destpêkê çûne wir ew bûye û ligel êşên kuj iyan kiriye negiriyaye û ew roj jî wiha anî ziman: "Wê rojê bavê Hamît min dît û nedigiriye. Diranên wî derxistibûn, gule berdabûn serê wan, îşkence hatibû kirin. Gote ev tiştekî misilmaniyê nîne û negiriya."
Koçhan da zanîn ku beriya gundê wan bê valakirin rewşa wan baş bû û wiha berdewam kir: "Ji me re gotin di nava hefteyekî de vala bikin. Gundiyan bi çandinî û sewalkariyê ve debara xwe dikirin. Bax û baxçeyên me hebû. Bi 4-5 milyonan bû cotê sewalan lê keysperestan bi milyonekî ji destên me girtin. Me gelek zirar kir. Bazirgan digot hûn didin an nadin. Me jî da. Ez çûm Qoserê bi cih bûm lê nebû di 2002'yan de vegeriyam."
‘WAN XERA KIR EM Ê CAREK DIN AVA BIKIN'
Koçhan, anî ziman ku ew ji nûve li serî vedigerin û wiha got: "Ez halê gund ê hat valakirin ji nûve tînim bîra xwe. Dema gund hat valakirin xanî şewitandibûn. Dema em vegeriyan gund, xanî û gund tev wêran bûbû. Talan û wêran bûbû. Dema em vegeriyan gund me her tişt ji nûve saz kir. Me 4 kamyon xîz (qûm) anî û ji nûve ava kir. Niha dîsa xera kirin û em dê dîsa ji nûve ava bikin."
'XEMGÎNIYA YA MIN JI MER MIROVÊN HATIN KUŞTIN E'
Koçhan ku dîsa aqiyê wî diçe rojên berê xemgîniya xwe wiha anî ziman: "Tu mal û milkê me yê me kiriye sermiyan tune ye. Xemgîniya me ne ji ber wêrankirin û talankirinê ye. Xemgîniya me ji ber mirovên tên kuştin e. Em xaniyan ji nûve ava dikin. Lê mirovên tên kutin dîsa nayên. Mal tê lê can nayê."
'EM NEBÎNIN DÊ NEVIYÊ ME BIBÎNIN'
Koçhan, bilêv kir ku çîrok û serpêhatiyên wan ji çîrok û dîroka gelê kurd ne serbixwe ye û wiha got: “Ger ku em hemû gelê Tirkiye wek hev bûna îro ev nedihat serê me. Ger ku wekhevî hebûya îro ev zilm li me nedihat kirin. Ev nîşan dide ku em ne wekhev in. Me tu tam ji vê jiyanê nekir. Lê ev îro em nebînin jî dê zarokên me û neviyên me bibînin. Ev ked û têkoşina me vala naçe. Emê daran biçînin 2-3 sal şûnde dê team bidin. Emê dahl û rez biçikilînin dê berhem bide. Ger ku em kedê nedin ew çênabin.
HER DIŞT DÊ XWEŞTIR BIBE
Koçhan, destnîşan kir ku çawa dorpêç bi dawî bibe dê dîsa li gundê xwe vegerin û wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Çawa ku qedexe rabe em dê dîsa li gundê xwe vegerin. Baxê me, axa me, sewalên me tev li wir in. Ev heta mirinê wisa naçe. Dê rojên xwe bên. Dê her tişt baştir bibe. Keda me vala naçe. Ji ber vê yekê ez bi hêvî û şa me. Em li dijî hemû zilmê ne. Li kê zilm bê kirin em xemgîn dibin. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Bes bila zilmê neke. Em ne dijminê dewletê ne. Bila dewlet jî dijminantiya me neke. 71 salin wekî mirovan li me nenerîn Lê dîsa bawer dikim ku dê her tişt baştir û xweştir bibe."
Dicle Muftuoğlu/Sedat Yilmaz- dihaber