STENBOL - Bebekê 7 mehî Miraz, 9 rojin tevî dayika xwe Gulistan Diken Akbaba li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di girtîgehê de ye. Bav Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku kurê wî ji ber biçûk e li gel diya xwe dimîne û rayedarên girtîgehê îlacên wî yên divê ji derve bigire nadin wî.
Gülîstan Dîken Akbaba 9 roj berê ji ber ku cezayê wê yê berê hat erêkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Piştî Gulistan hat girtin, ji bo xwedîkirinê zarokê wê yê 7 mehî Miraz Akbaba jî şandin cem wê. Miraz 9 rojin tev li dayika xwe di girtîgehê de ye. Hevserê Gulistan û bavê Mirza Cengiz Zaza Akbaba, duh çû ziyareta Gulistan Akbaba. Cengîz Zaza Akbaba diyar kir ku pêwiste kurê wî Miraz vîtamînên D bixwe û ji ber ku rayedarên girtîgehê derman ji derve nagire îlacên wî nadin wî. Akbaba wiha got: "Hevsera min li kolanê hat girtin. Dermanê kurê min li malê bûn. Lê piştî hat girtin îlac ji malê xwestin, rayedarên girtîgehê îlac ji derve negirtin hundir. Piştre ji revîrê îlac xwestin. Divê kurê min dermanên vîtamina D bixwe. Disa divê ji bo diranan melhemê bikar bîne. Em dixwazin îlac ji derve bistînin û bibin girtîgehê. Lê îlacan nagirin hundir. Kurê min 9 rojin bê îlac in. Pêdivîya bebek bi landikê heye. Ne landikê ne jî îlacan didin wî. Tu pêwistiyên bebek nagirin hundir. Em dixwazin pêwistiyên bebek bistînin, lê rayedarên girtîgehê tiştekî ji derve naxin hundir. Rêveberiya girtîgehê de naxwazên girtiyan pêk tîne û ne jî me muhatab digire. Tiştekî naxin hundir û ji revîrê jî daxwazên wan nabersivîne."