Sîbel Çapraz hat berdan: Ji girtîgehê li hepsa malê

COLEMÊRG - Der barê girtiya nexweş Sîbel Çapraz de biryara "Hepsa malê" hat dayîn.

Doza derbarê giritya nexweş Sîbel Çapraz a li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne û bi îdîaya “endama rêxistinê ye” “gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye” ku li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê ve hat vekirin, hat dîtin. Çapraz bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bûn, parêzerên Çapraz jî li dadgehê amade bûn.

Piştî tespîta nasname û navnîşanê dozgeriyê mutalaya xwe da û ji ber sûcdarkirinên "gel texrîkî dijminatiyê kiriye" "endamtiya rêxistinê" Çapraz bi girtî bê darizandin. Parêzera Çapraz, Banu Guveneren axivî bal kişand li ser dema girtîbûna muwekîla xwe û wiha got: "Divê yêk ku bê darizandin kesên ku bûne sedema ku Sîbel saleke zêditir li girtîgehê bimîne." Guveneren diyar kir ku Saziya Tiba Edlî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" daye û wiha axivî: "Dozger û parêzerên ku rapor lêkolîn kirine ji bo ku Çapraz li girtîgehê bimîne tu hincet nedîtine."

DI MEHEKE DE 4 CARAN EMELIYAT BÛ

Piştre Sîbel Çapraz axivî û got ku di meheke de 4 caran emeliyat bûye û wiha berdewam kir: "Bijîşk got emeliyata min bi rîsk e. Lê Saziya Tiba Edlî ji bo di girtîgehê de bimînim rapor amade kir. Niha tekane daxwaza min heye ew jî li nexweşxaneyekî bêm dermankirin e."

Parêzer Harîka Karataş jî wiha got: "Bi sedan dozger û dadgerên ku berê biryarên nehiqûqî dan û li me keniyan niha di girtîgehê de ne. Ev dadgeha we ya ku 4 rûniştin in biryarên nehiqûqî digirin jî dê heman tiştî bijîn. Yên ku li hemberî kurdan vî hiqûqa dijmin bi kar tînin dê li pêşberî edaletê hesab dibin" Karataş destnîşan kir ku girtiyên nexweş heta ku tên ber mirinê li girtîgehan tên girtin, bi sedan girtiyên nexweş hene, rewşa Çapraz jî wisa ye.

Piştî parêzeran parastina parêzeran dadgehê dema razan û nexweşiya Çapraz li ber çavan girt û biryara bi şerta "Hepsa malê" tehliyekirina Çapraz da.