Rojnameger di bin çavan de rastî îşkenceyê hat

AMED - Rojnameger Hayatî Yildiz ê 11 roj berê li Amedê hat binçavkirin hêj di bin çavan de ye. Di wêneyên hatin kişandin de derket holê ku Yildiz rastî îşkenceyê hatiye.

Rojnameger Hayatî Yildiz di 17'ê Sibatê de li Amedê ji aliyê polîsên tevgera taybet hat binçavkirin. Yildiz 11 rojin di bin çavan de ye. Wêneyên
ku îşkence li Rojnameger Hayati Yildiz hatinekirin derket holê. Di wêneyan de hat dîtin ku di bin çavan de îşkence li Rojnameger Yildiz hatiye kirin. Di rapora doktor de jî hat dîtin ku bi lêdanê hestiye hinarekê ruyê wî derizîne. Yildiz ku nexweşiya kronîk pêre heye, li şûna bibin nexweşxaneyê tedawî bikin, doktor anin midûriyeta polîsan û ew derman kirin. Parêzera Yildiz Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku ji bo Yildiz bê dermankirin sewqa wî xwestine, lê bi hinceta "Hêjmara personelê me kêm e em nikarin bibin nexweşxaneyê" Yildiz nebirine nexweşxaneyê.

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin, Yıldız ku 11 rojin li midûriyta polîsan tê girtin, li bendê ye ku îro sewqî dozgeriyê bikin.