AMED - Xwendekarê Zanîngehê Mazlum Kalaba ji ber tîşortê li ser “Kurtistan” nivîsandibû parve kir der barê wî de 10 meh ceza hat birîn.
Biryara bi hincet a doza Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Yurtsever Gençlik Muhammet Yusuf Keskin û Xwendekarê Zanîngehê Mazlum Kalaba li 4’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat aşkerekirin. Di biryara doza Kalaba û Keskin ku di 12’ê Cotmehê de hat dîtin, bi hinceta wêneyê xwe yê bi tişortê li ser Kurdistan” nivîsandiye kişand û di malpera Facebook'ê de belav kiriye wekî propaganda rêxistinê hat hesibandin.
Heyeta dadgehê der barê Kalaba de bi hinceta wêne di Facebookê de belav kiriye bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” 10 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzerê Kalaba dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtîraz bike.
Balkêş e li aliyekî heyeta dadgehê bi vî rengî ceza dibire, li aliyê din Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin pêk tîne.