AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de, der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk de heta 22.5 salan ceza xwest. Lê dadgeha li dozê binere û bişopîne tune. Amedê dosya Tugluk şand Enqere, Enqere jî şand Amedê û herî dawî hewaleyî Dadgeha Bilind kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de, der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk de îdîaname temam amade kir û heta 22.5 salan ceza xwest. Dozger di îdîanameya ku ji 117 rûpelan pek tê de, xebatên KCD'ê wekî “avakirina rêxistinê û rêvebirina rêxistinê" hesiband û ji 15 salan heta 22.5 salan cezayê girtîgehê xwest. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û dosya Tugluk şand Enqereyê. Heyetê biryara bê erkdayînê da û dosya şand Enqereyê. Heyeta dadgehê der barê sedema dosyaya Tugluk de hinceta "Tugluk di 26'ê Kanuna 2016’an de li Enqereyê hat binçavkirin û îkameta wê li Enqereyê ye û îdîaya ku Tugluk sûcê “Rêveberiya Rêxistinê kiriye" li Enqereyê ye û bi vê sedemê biryara bê erdayinê da. Heyetê biryar da ku dozê bişînin Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar. 18'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê diyar kir ku "Ji ber lêpirsîn li Amedê hatiye destpêkirin, divê li wir jî doz bê dîtin. Girtina bersûc a li Enqereyê nayê wateya ku dê doz li vir bê dîtin. Ji ber vê yekê erka Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tune dozê bişopîne." Heyeta dadgeha Enqereyê bi henceta dê peywir li hev neyê dosya şand Dadgeha Bilind.
DOSYA ŞANDIN DADGEHA BILIND
18'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê diyar kir ku erka darizandina sûcê "Avakirin û rêvekirina rêxistinê" ya der barê Tugluk de erka Dadgeha 8'emîn Cezayên Giran a Enqereyê ye û biryara bê erkdayînê da. Heyetê ji bo Tugluk bê darizandin dosya şand 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û xwest dosyayê bişîne 5'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind
Heyeta dadgehê diyar kir ku erka wan a dosyayê bişopînin tune. Lê bi hinceta delîlên sûc ên li ser Tugluk xurt in û kontrola edlî têr nake biryara berdewama girtinê da.