Di 28 rojan de 4 rojnameger hatin girtin

AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, rapora meha Sibatê bi raya giştî re parve kir. Berdevkê Înîsiyatîfê Hakki Boltan, diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê kêm nebûne û di vê mehê de jî rojnameger di bin çavan de rastî îşkenceyêhatine. Boltan, da zanîn ku di Sibatê de rojnamegerek hat kuştin, 4 rojnameger hatin girtin û 19 rojnameger hatin binçavkirin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora meha Sibatê ya binpêkirina mafên çapemeniyê li salona civînê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parve kir. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan rapor bi raya giştî re parve kir. Boltan, diyar kir ku di Sibatê de jî zextên li ser çapemeniyê bi kuştin, binçavkirin, girtin û îşkenceyê berdewam kiriye. Boltan, daneyê raporê parve kir û wiha got: "Di 28 rojên Sibatê de 19 rojnameger hatin binçavkirin. 4 rojnameger hatin girtin. Der barê 24 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin. 22 rojnameger xebatkarên DİHA û JINHA yên bi KHK'ê hatin girtin in. 4 rojnamegerên ku piştgirî dabûn Rojnameya Ozgur Gundemê û tev li nobetê bûbûn, doz li wan hat vekirin û hatin cezakirin. Rojnameger û nûçegihana Rudawê Şifa Gerdî ku li Mûsilê nuçe dişopand di êrîşa DAIŞ'ê de hat kuştin û kameravan Yunus Mustafa birîndar bû. Weşanxaneyek rastî êrîşê hat û Saziya çapemeniyê ya belavkariyê rastî serdegirtina polîsian hat. Weşana Tv ya înternetê hat qutkirin. 3 rojnameger ji kar hatin avêtin û zêdeyî 100 rojnameger kartên wan ên çapemeniyê hatin belalkirin. Hayatî Yildiz ê 11 rojin di bin çavan de ye, di bin çavan de rastî îşkenceyê hat.