Doza Berdevka KJA’yê Ata hat taloqkirin

AMED - Doza derbarê Berdevka Demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata ya ji ber nivîsên di Kovara KJA’yê de derketine hatibû vekirin ji ber parastina dozê ne hatibû girtin hat taloqkirin.

Doza derbarê Berdevka Demî ya KJA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Ayla Akat Ata ji ber nivîsên di hêjamara Gulan-Hezîran a 2016’an a Kovara KJA’yê de derketine bi îdîaya “propagandeya rêxistinê kiriye” bi daxwaza 5 sal girtîgehê hatibû vekirin hat dîtin. Doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, ji bo Ata li ser SEGBÎS’ê parastina xwe bike ji ber bersiv ji destûrnamaya ji Dadgeha Cezayê Asliyeya Kandirayê ne hat Ata tevlî dozê nebû. Di doza parêzer têde amade bûn de malbata Ata jî wekî temaşevan tavlî dozê bûn. Parêzerên Ata piştî nasandina nasnameyan mafê axaftinê girtin û diyarkirin ku ji bo mûwekîla wan di dirûşmeyek din de îfade bê girtin daxwaza amadekirina SEGBÎS’ê kirin. Meqama îdîayê jî xwest ku tiştên di dosyayê de kêmin bên temamkirin.

Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Piştî navberê dadgehê biryar da ku ji bo di rûniştinek din de SEGBÎS’ê bê amadekirin ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê nivîs bê şandin û kêmaniyên di dozyayê de bên temamkirin doz taloqî Gulanê kir.

ÇI ÇÊBÛBÛ?

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Berdevka KJA û parlementera BDP'ê ya berê Ayla Akat Atayê ya dema binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê protesto dikir û li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û paşê di 30'yê Cotmeha 2016'an de hat girtin, doz hatibû vekirin. Di îdianamey ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, bi tawanbariyên "Rêvebertiya rêxistinê", 14 caran "Propagandaya rêxistinê" û "Muxalefetkirina Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan" ji 30 salan heta 95 salan bi cezayê girtîgehê cezakirina Atayê hatibû xwestin.