Parêzerên Ocalan: Em ji têkoşîna Moosa gelek tişt hîn bûn

STENBOL - Parêzerên Ocalan, di peyama sersaxiyê ya ji bo parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa dayî de wiha gotin: “Têkoşîn û lêgerîna dad û hiqûqê ya Essa Moosa her tim îlham da me û rê nîşanî me kir. Em ji têkoşîna hiqûqê ya Moosa gelek tişt hîn bûn.”

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo parêzerê Rêberê Afrîkaya başûr Nelson Mandela Essa Moosa yê ku hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Em bi xemgîniyek mezin hîn bûnku me heval û hempîşeyê xwe Essa Moosa windakiriye. Parêzertiya Nelson Mandela kir û li dijî rejîma Apartheid bêyî biweste têkoşîna hiqûqê meşand. Têkoşîna maf-hiqûq û azadiyê ya dayî meşandin ligel hemû kesên di cîhanê de li ber xwe didin domand. Ev piştevaniya xwe di darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1999’an a Îmraliyê nîşan da û her tim ligel me cih girt. Ligel temenê xwe yê pêşdeçûyî jî gelek caran hat Tirkiyeyê û ji bo biçe Greva Îmraliyê hewldan dan meşandin û serlêdanên wî her tim ji aliyê rayedarên Wezareta Dadê ve hatin redkirin. Ev neyînî tu caran ew newestan û berovajî wê hertim piştgirî da me.


Em wekî parêzerên Birêz Ocalan, di têkoşîna me ya hiqûqa demokrasiyê de têkoşîn, lêgerîna hiqûq û dadê ya Essa Moosa îlham da me û rê nîşanî me da. Di vê bingehê de dixwazin bêjin ku em ji têkoşîna Moosa gelek tişt hîn bûn

Her çiqas em xemgîniya windakirina Essa Moosa dijîn jî; em dizanin ku tişta ji me hêvî dike bêyî rawestandin û sekinandinê domandina têkoşîna hiqûq û dadê ye. Em jî daxwaza wî ji bîr nakin, di rêya nîşanî me kiriye de emê meşa xwe bidomînin. Em dibêjin serê malbat, heval, hezkirî, hevalê têkoşîna wî û cemaweriya hiqûqê sax be.”