Girtî li dijî sewqan dest bi greva birçîbûnê dikin

SÊRT - Girtiyên li Girtîgeha Sêrtê dimînin, bi armanca sewq û binpêkirinên mafan şermezar bikin dê sibê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.

Hat diyarkirin ku dê hemû girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî girtîgehên cuda bên kirin. Malbatên ku ji bo hevdîtina heftane çûn girtîgehê diyar kirin ku wan agahiya dê îdareya girtîgehê hemû girtiyan sewq bikin girtine.

Girtiyan bi riya malbatên xwe dan zanîn ku ji aramanca şermezarkirina vê rewşê ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.

Girtiyan di rojên bihûrî de jî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan ên gihiştine asta jor çalakiya deng derxistinê lidarxistibûn.