ETUCE: Divê zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin

ENQERE - Sendîkayên enternasyonal EI û ETUCE tevî Egîtîm Senê li Enqereyê têkildarî geşedanên piştî 15'ê Tîrmehê civîn pêk anîn. Dicivînê de Serokê Giştî yê ETUCE'ê Cristine Blower diyar kir ku divê zarokên kurd li Tirkiye bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin.

Sendîkaya kedkarên perwerdehiyê û mamoseyan Enternasyonala Perwerdehîyê (EI) û Enternasyonala Perwerdehiyê ya Rêxistina Herêma Ewropa (ETUCE) têkildarî rewşa mamoste û kedkarên perwerdehiyê ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê li avahiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk anî. Ji 7 welatên cuda 8 sendîkayên cuda tev li civînê bûn. Tevî 22 endam û rêveberên heyeta EI/ETUCE Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Mesut Fırat, Serokê Giştî yê ETUCE'ê Cristine Blower û Dîrektorê ETUCE yê Ewropa Susan Flocken amade bûn.

Hevserokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, ewil spasiyên xwe ji heyeta ETUCE û EI re kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Karaca, anî ziman ku ew li dijî hemû darbeyan in û wiha got: "Li gel vê sekna me hikûmetê em mexdûr kirine. Êrişên ku li dijî me pêk hat me bi ETUCE û EI re parve kir. Hemû sazî û dezgehên demokratik bûne hedefa AKP'ê. ETUC û EI di vegerê de biçin welatê xwe dê vebêjin."

DIVÊ ZAROKÊN KURD BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PERWERDE BIBIN

Serokê Giştî yê ETUCE'yê Cristine Blower jî anî ziman ku her diçe rewşa Tirkiye xera dibe û wiha got: “Em bi heyetek mezin hatin Enqere. Em wekî ETUCE'ê diyar dikin ku mafê sendîkayî mafê mirovan e. Em ji bo piştevaniyê li vir in. Mamoste xwendekar tev di bin êrîşan de ne. Li Tirkiye zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê zarokên kurd bi zimanê zikmakî perwerde bibin. "

Dîkektora Ewropa ya ETUCE'yê Susan Flocken jî anî ziman ku ji bo ew li cem mamoste û hîndekarên perwerdehiyê yên îxrac bûne cih bigirin hatine vir.
Zextên li ser hîndekaran fikarên me zêde dikin. Bi OHAL'ê re darizandin zahmettir bûye."

Flocken, ani ziman ku wan wekî EI û ETUCE ji bo mamosteyên hatine îxrackirin fona perwerdehiyê avakirine û wiha got: "Geşedanên li Tirkiye pêk hatiye em dê bikin rapor û xebatên pêwist em dê bikin."