MINBIC – Bi hezaran welatiyên Navçeya El-Xefsa û gundên wê, ji ber şerê di navbera hêzên Rêjîmê û DAIŞ‘ê de koç kirin û hatin gundên ji destê DAÎŞ'ê hatine azadirin ên Minbicê bi cih bûn.
Bi sedan malbatên navçeya El-Xefsa û gundên wê, ji qadên şer koç kirin û hatin gundên azad ên Minbicê bi cih bûn. Bi hezaran welatî ku ji herêmên şer koç kirin, hatin gundên ku QSD ji destê DAÎŞ'ê zirgar kirine bi cih bûn. Piraniya welatiyan hatin li gundê El-Ewseclî bi cih bûn. Koçberên ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî barkiribûn, bi erebe û terektoran xwe gihandin gundên rizgarkirî. Şêniyên gundê El-Ewseclî, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundên wê Farûq El-Maşî û Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Zeyneb Qenber pêşwaziya koçberan kirin û nan li wan belav kir. Farûq El-Maşî ji ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku pêla koçberiyê ya ber bi Minbicê ve rojane dewam dike û got ku ew bi hemû derfetan pêwîstiyên koçberan bi cih tînin. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundên wê Farûq El-Maşî bi pirsa ka civaka nandewletî û rêxistinên mafên mirovan banga alîkariyê kir.
Ji bajarê Babê jî rojane bi sedan koçber xwe dispêrin Minbica rizgarkirî.