DERSIM - Li Geliyê Munzur, Herêma daristanên Kinzir û çoltara navçeya Pulumurê yên Dêrsimê liv û tevgera helikopteran ji serê sibê heta piştî nîvro berdewam kir.
Helîkopterên ji 4'emîn Tugaya Komando ya li taxa Sihenkê ya Dersimê rabûn li Geliyê Pulumur, Geliyê Munzur û navçeyên Hozat û daristanên Kinzirê ji serê sibê heta piştî nîvro bê navber berdewam kir. Helîkopter li çoltarên herêmea Pulumurê jî bê navber firiyan. Hat zanîn ku helikopteran leşker li herêmê bi cih kirin û amadekariya operasyonan dike. Duh jî helîkopteran li Hozat, Koye spi û Zargovitê leşker bi cih kirin.