NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê TUAD'ê Arîf Yilmaz û Hevserokê DBP'a Patnosê yê berê Îkram Bedîr, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Seokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) ya ku biryarnameya KHK'ê hat girtin Arîf Yilmaz duh dema çû Midûryeta Polîsan a Stenbolê hatibû binçavkirin. Yilmaz îro sewqî dozgeriyê hat kirin û dozger bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê kir. Piştî lêpirsîna Yilmaz a li dadgehê bi dawî bû bi heman hincetê hat girtin û ew şandin girtîgehê.
HEVSEROKÊ BERÊ YÊ DBP'A PATNOSÊ HAT GIRTIN
Li Agiriyê jî Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Vahyettîn Îlgîn, Hevserokê DBP'a navçeyê Omer Laçîn û hevserokê berê yê DBP'a Patnosê Îkram Bedîr ku di encama serdegitina avahiyên partiyê yên li Agiriyê pêk hatin de hatin binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn di saetên şevê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" sewqî dadgehê hatin kirin. Laçîn hat berdan û Hevserokê berê yê DBP'a Patnosê Îkram Bedîr hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
LI AMEDÊ KESEK HATIN BINÇAVKIRIN
Li taxa Sanayiyê ya Amedê polîsên TEM'ê û tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Muslum Mîkaîloglu, ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û hat binçavkirin. Polîsên ku mal serûbino kirin, piştî lêgerînê Mîkaîloglu binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a bajar. Derbarê binçavkirina Mîkaîloglu de tu agahî ne bidestxistin.
23.11.2016 - 15:52:02