NAVENDA NÛÇEYAN- Delegasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî, bi CPT re hevdîtin pêk anî.
Delegasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî, li Strasbourgê bi CPT re hevdîtin pêk anî. Endamê Desteya Şêwirmendiya Enstîtuya Navneteweyî ya ji bo Ekolojiya Civakî û Zanîngeha Leeds a Enstîtuya Erdnîgarî ya Westmînîste Ferderîco Vendûrînî û endamê Rûmetê yê Parlemtoya Ewropayê (PE) Francîs Wûrtz, bi CPT’ê re hevdîtinekî dirêj pêk anîn. Heyetê di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şert û mercên jiyanê.
Rayedarên CPT’ê, diyar kirin ku Ocalan bi hesasyetekî mezin li mijarê dinêre. Rayedaran diyar kir ku çavdêrî û dîtinên xwe yên di serdana meha Nîsana 2016’an ya li Îmraliyê bi rayedarên Enqereyê re parvekirin û niha li benda bersivên bê sekinîne.
Her wiha rayedarên CPT’ê diyar kirin ku têkildarî rewşa Ocalan wê di hevdîtinên din de bixin rojevê û di vê çarçovê de tê payîn ku li gel Enqereyê hevdîtinek bê çêkirin.
Degelasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî di rojên borî de ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûbû Tirkiyeyê, lê hikûmetê destur nedabû ku biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.