Akademisyen Traş ji aliyê hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn

EDENE - Akademîsyen ê piştî îmze avêt deklerasyona aştiyê û hat îxrackirin întîhar kir Mehmet Fatih Traş, li Zanîngeha Çukurova hat bîranîn. Akademisyenên beşdarî merasimê bûn diyar kirin ku berpirsiyarê mirina Traş hikûmet e.

Akademîsyen û hîndekarê Fakulteya Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Çukurova (ÇU) yê îmze avêt deklerasyona aştiyê Dr. Mehmet Fatih Traş ku piştî hat îxrackirin û întîhar kir, ji aliyê heval û dostê xwe ve hat bi bîr anîn. Ji bo Traş li pêş Dekaniya Fakulteya Îktisat û Îdarî bernameya bîranînê hat li dar xistin.
Endam û rêveberên Egîtîm Sen û gelek xwendekarên zanîngehê amade bûn. Di dema bîranîne de komek hat cihê bîranînê û siloganên nijadî berz kir. Ji ber ku polîsan bertek nîşanî komê neda, hîndekarên beşdarî merasimê bûn bertek nîşani komê dan û kom ji cihê bûyerê dûr ket.

'YOK BERPIRSIYAR E'

Di merasimê de hîndekar Mehmet Ali Oruç axivî û diyar kir ku Traş bi fermana ku Erdogan da rektoran hat îxrackirin û wiha got: "Kuştina Traş cînaneyetek siyasi ye. Berpirsyarê vê dewlet û YOK e. Ji YOK'ê heta rektoriyê her kes berpirsiyar e."

Serokê Komeleya Hîndekarên Çukurova Prof. Dr. Haydar Şengul jî anî ziman ku pirsgirêka Traş ne ew qas sivik e û wiha got: "Hemû derî hatine girtin. Ji ber ku me bi destê wî negirt ev şerma me tevan e. Cihê ku wî bêhna xwe bida û bistendiya Zanîngeh bû.'

Hindekarê Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Adnan Gumuş jî ji ber ku YOK û rektoriyê berpirsyarî qebûl nekirine rexne kir û anî ziman ku ji ber ku Traş azadiya îfadeyê bi kar aniye, rêgezên gerdûnî parastiye ji kar hatiye avêtin û wiha got: "Rektor, dekan, hindekar divê van pîvanan bi parêzin. Li cihê ku azadiya îfade û fikr tuneye ma zanîngeh dibe?"

Gumuş ê Danezana Lîmayê bi bîr xist wiha axivî: "Di madeya 5'emîn a danezanê de tê gotin ku hemû kes di warê akademîk de xwedî maf in ku dikarin bilind bibin. Gelo ev maf kê bin pê kir? Traş ji ber ku ev rêgez parast mir." Gumuş got ku hevparên zanîngehê dikarin li ber dezgehê zanîngehê ya bi riyên demokratîk hatiye hilbijartin bêyî ku parastinekî adil bikin nikarin ji peywir bên girtin û pirsa "kîjan rektorê me dikare bibêje ez vî naparêzim. Ma dekan, serokê beş an jî rektorek an jî mamosteyek dibe?" kir.

NE KOMA NIJADPEREST KESÊN BEŞDARÎ BÎRANÎNÊ BÛN HATIN HIŞYARKIRIN

Piştî bîranînê koma nijadperesd slogan avêt, li ser vê polîsan hişyariya dê mudaxaleyê kesên tevlî merasîma bîranînê bûne bikin kir. Bîranîn bi çepik û sloganan bi dawî bû. Hat hîn bûn ku piştre koma nijadperest li rawestgeha otobusan êrîşî xwendekarekî kirine. Rewşa xwendekarê hat derbkirin baş e.