Li tuwalet û serşokên girtîgehê kamera hatine bicihkirin

EDENE- Mirza Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê tê girtin, bi riya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Aydin, diyar kir ku li destşo, serşo û li nivîngehan kamera hatine bicihkirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Yek ji van girtîgehan j, Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ye. Girtiyê bi navê Mirza Aydin, bi riya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ragihandin. Aydin roja duşemê (27'ê Sibatê) bi riya telefonê lii dayika xwe xwe Dijwar Aydin geriya. Aydin, diyar kir ku kurê wî Mirza binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yeko yeko vegotine.

LI HER DERÊ KAMERA HATINE BICIHKIRIN

Dijwar Aydin, anî ziman ku têkildarî binpêkirinên mafan wê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê daye û got, li girtîgehê girtî rastî êrîş, çewisandin û muameleyên kêfî tên. Aydin, diyar kir ku 9 sal e kurê wê girtiye û di demên dawî de her diçe çewisandin zêde dibin. Aydin wiha axivî: "Kurê min di telefonê de ji min re got, 'Dayê em rastî çewisandineke zêde tên. Li her derî kamera bicihkirine. Li tuwalet, serşo û nivîngehan kamera bi cih kirine. Li ser me çewisandineke sîstematîk heye. Ne nameyên em tên şandin, ne jî tên dayîn. Pirtûk û kovar hatine desteserkirin. Heke ji destê rêveberiya girtîgehê bê dê em taciz bikin. Hemû mafên me hatine desteserkirin.'"

BILA DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÊ

Dayik Aydin, anî ziman ku ew ji jiyana kurê xwe û hemû girtiyan biendîşe ye û got, girtî hem rastî îşkenceyeke fizîk hem jî ya derûnî tên. Aydin, parast ku girtî ji ber nasnameya xwe ya kurdî rastî îşkenceyê tên û got, ew dixwazin demildest dawî li van çewisandinên sîstematîk ên li ser girtiyan bên. Dayik Aydin wiha got: "Ez ji jiyana kurê xwe û girtiyên din biendîşe me. Kurê min li Tekirdagê ye, ez salê carekê ancax dikarim biçim cem wî. Bila dawî li vê zilma li ser me bê."

Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, diyar kirin ku ew nikarin tu agahiyan bidin.