Hevdîtina bi Sezekê 80 salî re qedexe ye

SÊRT - Hacî Îsa Sezek ê 80 salî ku li Girtîgeha Sêrtê ye, hat îdiakirin ku ji ber nûçeyên der barê wî de derketine dozger jê re gotiye, "Ji ber nûçeyên di rojnameyan de derketine em te naşînin cem kurê te."

Hacî Îsa Sezek ê 80 salî yê li di 10'ê Kanûna 2016'an de li navenda Sêrtê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û piştî 23 rojên binçavkirinê hat girtin, li gel temenê xwe yê zêde jî ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hat dayîn û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Sezek ê di serdemên berê de gelek caran rastî îşkenceyê hatibû û niha pirgirêkên wî yên tenduristiyê hene, çend roj berê ew rakiribûn nexweşxaneyê.

JI BER NÛÇEYÊN DER BARÊ WÎ DE TÊ CEZAKIRIN

Sezek ê tevî kur û neviyê xwe li heman girtîgehê tê ragirtin, ji ber nûçeyên der barê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê û temenê wî yê zêde, li girtîgehê rastî çewisandinan tê. Sezek ê berê tevê neviyê xwe Suleyman Timurtaş di heman qawîşê de dima, li ser daxwaza kurê wî Mehmet Emîn Sezek ê li heman girtîgehê tê ragirtin dê ew birinan qawîşa kurê wî. Lê belê, hat hîn bûn ku ji ber nûçeyên der barê wî de Sezek nebirine qawîşa kurê wî û her wiha wî ji qawîşa ku ew û neviyê xwe tê de bûn jî derxistine. Li gor îdiayê, dozger ji Sezek re wiha gotiye: " Ji ber nûçeyên di rojnameyan de derketine em ê te neşînin cem kurê te."

Heftê an jî mehê carekê 10 deqîqe mefê hevdîtinê yê Sezek ku bi kur û neviyê xwe re bê gel hev heye, lê ev mafê wî jî hat astengkirin. Dîsa çend roj berê Sezek rakiribûn nexweşxaneyê. Sezek ê xwest rapora bijîşk bide malbatê, rapora ji aliyê gardiyanan ve hat desteserkirin û nedan malabatê.

Her wiha li girtîgeha Sezek lê dimîne, girtiyan ragihandibû ku ew ê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçûbînê ya 3 rojan bikin.