Banga xwedîderkatina li rûniştina doza Amîneyê

ÊLIH - Yekemîn rûniştina doza Amîne Demîrtaş a 17 salî ya ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin, dê di 2'yê Adarê de li Êlihê bê dîtin. Parêzerên endamên Komîsyona Mafên Jinan ên Baroya Êlihê, ji bo piştevaniya jinê û dawî li her cure binpêkirinên mafan ên li dijî jinan bînin, banga xwedîderketina li Demîrtaş kirin.

Li Taxa Huzûrê ya Êlihê, di 31'ê Tîrmeha 2016'an de Amîne Demîrtaş a 17 salî, bi daran rastî lêdana kekê xwe Kasim Demirtaş (29) hat. Piştî lêdanê, kekê wê avê li Amineyê dike, paşê ceryanê dide canê wî û Amine li malê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê bersûc, kujer Kasim Demirtaş hat binçavkirin û paşê hat girtin. Kasim Demirtaş di îfadeya xwe de wiha gotibû: "Pêşî min bi daran li Amineyê da, paşê bi çoyekî plastîk min lê da. Herî dawî jî min ceryan da paş lingê wê." Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, îdianameya têkildarî bûyerê amade kir û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat qebûlkirin. Dê yekemîn rûniştina dozê di 2'yê Adarê de pêk bê.

‘ÎŞKENCE BERIYA ÇEND ROJAN DEST PÊ KIRIYE'

Ji parêzerên Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Êlihê Kubra Demir a ji serî heta niha dozê dişopîne wiha axivî: "Kekê Amine Demiratş ê wê qetil kir, di îfadeya xwe ya li muduriyeta polîsan de her tişt got û li xwe mikur hat. Di rapora Tiba Edlî û rapora otopsiyê de hat tespîtkirin ku beriya Amine bê qetilkirin jî hatiye îşkencekirin. Beriya qetilkirinê, aîdî rojên berê jî şopên îşkenceyê li ser bedena Amineyê hatine dîtin. Ev jî nîşan dide ku, îşkence berê dest pê kiriye."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI DOZÊ

Demir wiha domand: "Em wek Komîsyona Mafên Jinan a Êlihê ji nêz ve dosyeyê dişopînin. Dê rûniştina yekemîn a dozê di 2'yê Adarê saet di 10.00'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. Ji bo vê em bang li parêzerên jin ên di vê qadê de dixebitin û saziyan dikin da beşdarî rûniştinê bibin. Ji bo xurtkirina piştevaniya jinê û ji bo dawî li her cure binpêkirinên mafan ên jinan bên xwedîderketina dosyeyê girîng e."

‘DIVÊ 3 KESÊN LI FACEBOOKÊ JI HEV RE NIVÎSANDINE BÊN TESPÎTKIRIN'

Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Êlihê Parêzer Merve Kurhan jî wiha axivî: "Ji bilî jinbira Amine, 3 kesên ku nasnameya wan nediyar bi Kasim re di Facebookê de axivîne. Di dosyeyê de navê vana derbas nabin. Tenê di Facebookê de axaftinên wan ên bi Kasim Demirtaş re hene. Di çarçoveya dosyeyê de divê ev 3 kes jî bên darizandin. Ji bo seyra dosyeyê divê ev kes bên tespîtkirin û bên guhdarîkirin. Em dikarin wisa bibêjin, heke ev ke sjî bên guhdarîkirin dê delîlên dosyeyê temam bibin. Piştî guhdariya vana jî bê kirin, em hêvî dikin dê di demeke kurt de biryar bê dayîn."

‘EM Ê HETA DAWÎ ŞOPDARÊ DOZÊ BIN'

Kurhan, ji bo doza dê di 2'yê Adarê de bê dîtin banga beşdarbûyînê li hemû saziyên jinan kirin û wiha got: "Em wek Komîsyona Jinan a Baroya Êlihê ji destpêkê heta niha şopdarê dosyeyê bûn û em ê heta dawiyê jî şopdarê wê bin. Ji bo kiryar cezayê heq kriine bigrin çi ji destê me bê em ê bikin."