18 meh borî lê îdîanameya 87 HDP'iyên girtî amade nebû

MANÎSA - Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta niha li Manîsayê 16 operasyon pêk hatin û 87 HDP'î hatin girtin. Der barê kesên hatine girtin de 18 meh in îdianame nehatine amadekirin. Hevserokê HDP'a Manîsayê Behçet Parilti, anî ziman ku ev operasyon siyasî ne.

Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta niha li Manîsayê, operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qet ranewestiyan. Di nava sal û nîvekê de li dijî HDP'ê 16 operasyon pêk hatin û di van operayonan de rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin û her wiha 87 kes jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Der barê 87 kesên hatine girtin de, ev 18 meh e îdianame nehatine amadekirin.

16 OPERASYON, 87 GIRTÎ

Di nava salekê de li navend û navçeyên Manîsayê 16 caran operayon hatin lidarxistin. Di operasyonan de hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan jî di nav de zêdeyî 100 HDP'î hatin binçavkirin û 78 kes hatin girtin. Herî dawî di 15'ê Sibatê de li navçeya Tûrgûtlû û navenda bajêr operasyon pêk hatin û di van operayonan de 3 jê xwendekar 9 kes hatin girtin. Bi van 9 kesan re hejmara girtiyan derket 87'an.

DU CARAN BI SER AVAHIYA BAJÊR DE HAT GIRTIN, HEVSEROKÊ BAJÊR HAT GIRTIN

Du caran bi ser avahiya HDP'a bajêr de hat girtin. Di serdegirtina ewil di di 16'ê Adara 2016'an de wêneyên Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê jî di nav de afîşên hilbijartinê û gelek materyal hatin desteserkirin. DI serdegirtina duyemîn d i 13'ê Kanûna 2016'an de jî Hevserokê Bajêr Ahmet Ertaş hat girtin.

Her wiha tawanbariyên der barê 87 kesan de, bi temamî ji parvekirinên civaka medyayî pêk tên.

VEGUHERÎ ÎNFAZÊ

Her wiha der barê kesên hatine girtin de, hîn jî îdianame nehatine amadekirin. Piraniya wan bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hatine girtin û ji 87 kesên hatin girtin hin jê 18 meh e tên ragirtin. Cezayê propagandayê di navbera 1-3 salan de digureher. Lê piraniya girtiyan, bêyî ceza li wna bê birîn piraniya vî cezayî înfaz kirine.

'JI BO YÊN DIBÊN 'NA' PIR NEBIN WAN LI GIRTÎGEHAN RADIGIRIN'

Hevserokê HDP'a Manîsayê Behcet Parilti, diyar kir ku ew siyaseteke demokratîk dikin û got, ber bi referandûmê ve xebatkarên wan ên partiyê hîn jî girtî ne. Parilti, diyar kir ku ji bo xebatkarên partiyê di referandûmê de xebatên "Na"yê nekin wan li girtîgehê radigirin û wiha axivî: "87 xebatkarên me yên partiyê bi awayekî derhuqûqî tên ragirtin. Ji bo kampanyaya 'Na'yê neyê kirin van hevalên me radigirin. Li ser yekî ji wan jî tiştekî derqanûnî nehatiye zevtkirin. Girseya me jî, gel jî vê baş dizane. Sirf ji bo HDP daxilî vê xebata demokratîk nebe, 'Na' zêde nebin, hevalên me li girtîgehan rehîn tên girtin. Ji bo dawî li van derhuqûqiyan bên em dibêjin 'Na'."