Ew û mamosteyên wê tev hatin îxrackirin

STENBOL - Naciye Ertaş a bi KHK'ê ji hemşîretiyê hat îxrackirin, bi KHK'ya 7'ê Sibatê hat weşandin jî mamosteyên wê yên pîşeya wê ya duyemîn ên Beşa Şanoyê ya DTCF'ya Zanîngeha Enqereyê hatin îxrackirin.

Hemşîreya 22 salan Naciye Ertaş a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a di 29'ê Cotmeha 2016'an de ji hemşîretiyê hat îxrackirin, bi KHK'ya di 7'ê Sibatê de hat weşandin jî hema bêje hemû mamosteyên wê yên pîşeya wê ya duyemîn ên li Beşa Şanoya Fakulteya Ziman û Dîrok-Erdîngariyê (DTCF) a Zanîngeha Enqereyê hatin îxrackirin. Ertaş a niha tevî Saziyên Civaka Sivîl dixebite, êdî naxwaze di tu saziyeke dewletê de bixebite.

Ertaş, piştî li Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê Beşa Hemşîretiyê xwend, li DTCF'ya Zanîngeha Enqereyê jî dest bi xwendina Beşa Şanoyê kir. Ertaş, diyar kir ku dema wê beşa şanoyê dixwend rastî gelek zehmetiyan hatiye û wiha axivî: "Berê dema we ji bilî pîşeyê xwe li zanîngeheke din beşek din bixwendama, we tayînî bajarê zanîngeh lê bû dikirin. Dema min beşa xwe ya duyemînq ezenc kir, wê salê AKP bû îktîdar. Ev sepandin betal kir. 4 salan li ser hevdu di navbera Enqere-Eskîşehîrê de diçûm û dihatim. Min bi awayekî blok nobet dgir, her car 48 saetan dixebitîm heta ku min beşa xwe ya duyemîn qedand. Piştî min beşa duyemîn qedan tayînî Stenbolê bûm."

Ertaş, herî dawî li Şîşliya Stenbolê li Navenda Tenduristiya Civakî ya Şîşliyê dixebitî û di 29'ê Cotmehê de bi KHK'ê ji peywirê hat îxarckirin.

‘ÊDÎ DIXWAZIN JI DEWLETÊ DÛR BIKEVIM'

Ertaş, anî ziman ku êdî ew dixwaze ji dewletê dûr bikeve û wiha axivî: "Tam 22 salan min xizmeta dewletê kir. Ji 16 saliya xwe, ji dema lîseya pîşeyî min dest bi xebatê kir. Vê dewletê 26 salên min xwarin. Bi şev û biroj ez xebitandim. Hîn di temenekî biçûk de keda min bin pê kir. Yanî ez wisa difikirim, dewletê ji min xwar. Û ez ê tu keda xwe ji vê dewletê re nehêlim. Ez ê vê têkoşînê li gel sendîkaya xwe ya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakiyê (SES) bi her awayî bidim."

‘DÎROKA MIN PAQIJ DIKIN'

Ertaş, anî ziman ku ew di jiyana xwe ya pîşeyî de bi KHK'ya dawî careke din şoke bû û got, hema bêje hemû mamosteyên wê yên beşa wê ya duyemîn hatine îxrackirin. Ertaş wiha axivî: "Wisa difikirim ev pêngaveke paqijkirina dîrokê ye. 26 salên jiyana min apîşeyî winda dikin, paşê jî êrîşên tunekirina pîşeya min a duyemîn di dewrê de ne. Ez ê mafên xwe yên bi salan xebitîm û min bi dest xistin ji vê dewletê dixwazim."