ÇANAKKALE - Li navçeya Ayvacikê di pêla 4.8 erdhejek çêbû.
Li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê nêzî bajaroka Gulpinarê di pêla 4.8 de erhejek çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçî navenda erdhejê Deryaya Egeyê ye. Piştî vî erhejê heta saet 03.05'an 10 erhejên ku pêla wan di nav bera 3.6 û 1.6'an de ye çêbûn.
JI SIBATÊ HETA NIHA ERHEJ ÇÊDIBIN
Li herêmê ji meha sibatê niha gelek erdhej çêbûn. Di erhejên berê de li gundê Yukarikoyê hin mal hilweşiyabûn.