ŞIRNEX - Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman serê sibehê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê polîsan bi ser mala Hevşaredar Nûrettîn Ataman, welatiyên bi navê Cindî Ataman û Davût Ataman de girtin ew bin çav kirin. Piştî hevşaredar Ataman hat binçavkirin polîsan bi ser şaredariyê de jî girtin û li odeya Ataman lêgerîn pêk anîn.
Sedema binçavkirina Ataman nehat zanîn û hate hînbûn ku Ataman li Miduriyeta Polîsan a Elkê tê ragirtin.