MÊRDÎN - Qeymeqamê Stewrê Îdrîs Koç weke qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê hat kirin.
Piştî ku di 25'ê sibatê de Hevşaredarê Stewrê ya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen hat binçavkirin îro Qeymeqamê Stewrê Îdrîs Koç wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin biryara qeymeqamtiyê ji şaredariyê de ragihandin.