Doza parêzeran hat taloqkirin

STENBOL - Doza ku 22 parêzer tên darizandin piştî parastinan taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.

Doza 22 parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên ku di 2013'an de di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin dê li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek endamên HHB û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz jî beşdarî dozê bûn. Hin heyetên ku ji Ewropayê hatin jî doz şopandin. Dozê bi parastina parêzeran ve dest pê kir.

Parêzeran bal kişandin li sen bandora cemaeta Gulen a di darazê de û wiha berdewam kir: "Kesek ji bo feraseta Fetullah tiştekî nabêje. Bi şahidên nepen re delîlê nehiqûqî dîtin di vî pêvajoyê de jî berdewam dike."

Piştî parastinan heyeta dadgehê doz taloqî 7'ê Hezîranê kir.