Komîsyona Referandumê gundên Colemêrgê ziyaret kir

COLEMÊRG - Xebatên referandumê li Colemêrgê bi ziyaret û civînên tax û gundan didome. Komîsyona Referandumê ya "Na" li mezraya Navguza civîn pêk anî. Gundiyê Navguza Haci Bapir Acar, diyar kir ku ev ax bi sedsalan e êrê dikişîne û ji bo ev êş bi dawî bibe xwest komîsyon bê navber xebatan bike.

Li Colemêrgê ji bo di referandumê de "Na" bi rêxistin bikin Komîsyona Referandumê hat avakirin û dest bi xebatên tax û kolanan kirin. Komîsyon, li herêma Lêwinê ziyaretên xwe berdewam dike. Li mezra Gavguza ya gundên Baleka, gundê Dêrê, Hergêl, Şawite û Avetras bi welatiyan re civîn pêk anin. Komisyonê di civînan de sedema "Na" vegot û xwest her kes biçin ser sinoqan dengê xwe bikar bînin. Komîsyon ewil çû mezraya Navguza ya Colemêrgê û civîna gel pêk anî. Komîsyon li gund pêşengê mezraya NAvguza Hacı Bapir Acar ziyaret kir û der barê xebatên xwe de agahî dan. Acar, xwest ji bo li ser vê axê êş bi dawî bibe komisyon bê navber xebatan bimeşîne û dawî li vê êşê bîne. Acar, anî ziman ku bi sedan salan e li ser vê axê êş heye û xwest ev êş bi dawî bibe.

EZ DÊ BI VÎNA AZAD BÊJIM 'NA'

Welatî Halit Aşkan jî rejîma, Erdogan û Devlet Bahçelî şermezar kir û wiha got: "Em teqez nabêjin 'Er'ê. Em dê bêjin 'Na na na' Em kurd dê bi vîna xwe ya azad bêjin 'Na' Divê kurd teqez di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û bêjin 'Na'.

Welatî Hatice Kahraman jî xwest her kes bibin yek û li xwe xwedî derkevin.

Endamên komîsyonê ku di rojin li herêma Lêwinan gundan ziyaret dike diyar kirin ku dê herêmên mayî jî mal bi bal û gund bi gund bigerin u xebatên "Na" berdewam bikin. Endamê Komîsyonê û Hevserokê DBP'ê yê bajar Suleyman Kanat, diyar kir ku di heman demê de xebatên 8'ê adarê jî dimeşînin.