HDP'ê rewşa welatiyên Talatê ji Wezîr Soylu pirsî

MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rewşa welatiyên agahî ji wan nayê girtin ên Talalatê Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.

Li Gundê Talatê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê dorpêç û qedexeya gund 8 rojin berdewam dike. Gundiyên Talatê Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker ên hatin binçavkirin û agahî j wi wan nayê girtin hêj rewşa wan ne diyar e. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rewşa welatiyên ku agahî ji wan nayê girtin ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî. Îrmez, ji bo wezîr Soylu bi bersivîne rewşa welatiyan û rewşa Gundê Talatê û Cibilgiravê ji Soylu pirsî.
Îrmez, anî ziman ku Gundê Xerabê Bava ji 11'ê Sibatê heta niha di bin dorpêçê de ye hêj ev dorpêç bi dawî nebû li gundê Talatê û Cibilgirevê dorpêçê dest pê kiriye. Îrmez, anî ziman ku welatî Necat Yildiz 2 roj berê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Keyayê Gund Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker agahî ji wan naye girtin.

Îrmez ev pirs ji Soylu pirsîn:

*Necat Yildiz, Keya Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker li ku ne?
*Hûn dizanin ku Necat Yildiz, Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker agahî ji wan nayê girtin. Ev di bin agahiya we de pêk hatiye?
* Ji bo agahî ji Necat Yildiz, Mahmut Uzun û Abdurrahman Oker bên girtin, yekîneyên girêdayî Wezareta we tu lêkolîn dikin? Ger ku xebatek wisa tune be çima nake?"
*Kesê ku bi telefonê li Necat Yildiz geriya û xwe wekî leşker da nasîn kî ye? Ji bo tespîta vî kesî lêkolîna we heye?
*Li herêma ku di salên 90’an de binçavkirin û windakirin lê zêde bû dîsa heman bûyer dubare dibin û ev fekarê zêde dike. Wekî wezaretî tu lêkolînên we û tedbîrê we hene?

Dema ÎRmez pirsname da û şûnde Necat Yildiz ji aliyê leşkeran ve şandin malê.