50 rêxistinên sivîl ên Êlihê dê bibêjin 'Na'

ÊLIH - Li Êlihê di referandûma ku ji bo referandûmê hat lidarxistin de 50 rêxistinên sivîl ên civakî aşkera kirin ku dibêjin "Na".

Li Êlihê bi pêşengiya KCD, TJA, HDP û DBP'ê têkîldarî referanduma 16'ê Nîsanê li salona Konferansê ya Sendîkaya Petrol Îş'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên 50 rêxistinên sivîl ên civakî û bi sedan welatî beşdar bûn. Li salonê pankarta "Na" û dowîzên "Ji bo Komara Demokratîk û Hevpar Na" hatin daliqandin.

Li vir Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî axivî û diyar kir ku pêdiviya civakê bi aştiyê heye û wiha berdewam kir: "Çareseriya demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û betaliyê pêwîst e lê guhertinên ku tê xwestin bê kirin dê pirsgirêkên civakê kurtir bike. Di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêk bi demokratîkbûnê ve dikare bê çareserkirin."

Îrgî wiha axivî: "Em ji guhertina Qanûna Bingehîn a ku pirsgirêkên cografyaya me kurtir dike re dibêjin 'Na'. Em li Tirkiyeyê û herêmê ji polîtîkayên înkarkirina jinan û polîtîkayên zayendperest re dibêjin 'Na'."