AGIRÎ - Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji peywirê hat girtin. Wezareta Karên Hundir Waliyê Agiriyê Musa Işin wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir.
Sakik, têkildardî mijarê diyar kir ku di 2'ê Adara 1994'an de li dijî parlamenterên DEP'ê darbe pêk hatibû û darbe 23 sal şûnde ev dardbe dubare bû.
Hevşaredarê Bajarê Agiriyê Sirri Sakik ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin. Sedema peywirgirtina Sakik ku li Enqereye nehat famkirin. Wezareta Karên Hundir Waliyê Agiriyê Musa Işil wekî qeyûm tayînî Şaredariya Agirîkir. Berîya qeyûm bê tayînkirin polîsan dora avahiya şaredariyê dorpêç kir û li avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan avahî dorpêç kir û kirin bin ablukayê.
Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, piştî ji peywirê hat girtin û li şûna wî Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin li ser hesabê xwe yê twitterê peyam şand. Sakik di peyamê de wiha got: "Ez 3 salin Hevşaredarê Agiriyê me. Ez îro ji peywirê hatim girtin. Ji roja ku gel ev peywir daye me heta niha me bi projeyên xwe bajarê Agiriyê kir bajarê Tirkiye yê herî aram. Ji ber ku me karê xwe kiriye enîya me vekiriye û wîcdanê me rehet e. Balkêşe 23 sal berê di 2'ê Adara 1994’an de em ji parlamentoyê hatibûn girtin û avêtin dervê siyaseta demokratîk. 23 sal şûnde ev dîrok dîsa dubare bû. Lê çi dibe bila bibe, bedela wê çi dibe bila bibe dê rojekê teqez aştî li ser vê axê bi ser bikeve. Ez di vê pêvajoya ku li Agirê xebitîm de ji hemû hevalên xwe yên li gel min xebitîn re spasiya xwe dikim.
TU DERS JI VAN GEŞEDANAN HEHATIYE DERXISTIN
Sakik, ji dihaberê re jî axivî û diyar kir ku di 2'ê Adarê de li dijî DEP'ê darbe pêk hat û di ser ji peywirgirtina wan a wê demê re 23 sal derbas bû û hêj ders nehatiye girtin. Sakik, bilêv kir ku her tişt bêtir giran dibe û wiha got: "Dîrok nîşanî me dide ku ev rêya darbeyan ne rêya çareseriyê ye. Lê hêj hin kes di vê rêya ne çareseriyê de israr dike. Hêj serî li heman rêbazan didin. Ev jî nişan dide ku di rêya neçareseriyê de israr dikin. Xuya dike ku tu encam û ders dernexistine.
GEL NE BÊ XWEDÎ YE
Sakik, anî ziman ku şert û merc ci dibe bila bibe dê aştî û demokrasiyê ava bikin û dê vî welatî ji deryaya xwînê rizgar bikin. Sakik, spasiyên xwe ji gelê Agiriyê re kir û da zanîn ku gelê Agiriyê ne bi tenê û ne bê xwedî ye.