STENBOL - Di doza mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a ku dema qedexeyên derketina derve de li Kanal D banga "Bila zarok nemirin" kir de dzger bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 7 sal û nîvan ceza xwest.
Doza 38 kesên ku di nav de hunermend, rojnameger û nivîskar hene ji ber ku piştgirî dabûn mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a di bernameya "Beyaz Show" a Kanal D de di dema qedexeyên derketina derve de gotina "Bila zarok nemirin" bi kar anîbû û doz lê hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê ya Stenbolê hat dîtin.
Ayşe Çelîk beşdarî dozê nebû, gelek bersûc di dozê de amade bûn. Dozê bi parastina parêzeran ve dest pê kir û dozger piştre mutala da. Dozger der barê mamoste Ayşe de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" heta 7 sal û nîv cezaya girtîgehê xwest. Ji bo 38 kesên ku ji bo piştgiriya mamoste Ayşe xwe îxbar kirin jî daxwaza beraetê kir.